Koordînatorên Meclisa Jinan a Sûriyeyê kî ne?

Di 2`yemîn Kongreya Meclisa Jinan a Sûriyeyê de ji pêkhateya, Ereb, Suryan û Kurd 3 endam ji bo koordînasyona meclisê hatin hilbijartin. Ev 3 endam kî ne?

Koordînatorên Meclisa Jinan a Sûriyeyê kî ne?
23 gulan, 2024   07:35
HELEB

Meclisa Jinan a Sûriyeyê 20’ê Gulanê kongreya xwe ya duyemîn li Helebê li dar xistibû. Di kongreyê de benda rêziknameya meclisê ya der barê hejmara koordînatorên meclisê de hat guhertin. Li gorî vê guhertinê hejmara koordînatorên meclisê ku berê endamek bû, bû 3, pêkhate û dabeşkirina erdnîgarî di ber çavan re hate derbaskirin. Gelo her sê koordînatorên nû yên Meclisa Jinan a Sûriyeyê kî ne?

Gulan Silêman têkoşereke sûriyeyî ye. Sala 1975`an li bajarê Efrînê ji dayik bûye û li bajarê Helebê dimîne. Sala 1992`yan di nava tevgerên jin û  ciwanan de dest bi têkoşînê kiriye.

Gulan di têkoşîna xwe ya bi salan de banga beşdarkirina jinan di dayîna biryaran de, pêşxistin û rêxistinkirina jinan dikir. Her wiha banga çareserkirina pirsgirêka Kurd bi awayekî aştiyane û mîsogerkirina azadiya wê dikir.

Gulan sala 2016`an, wekî şêwirmenda Meclisa Rêveberiya Xweser a kantona Efrînê û şêwirmenda Desetya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kar meşand.

Gulan weke endam cihê xwe di nava Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) de jî digire sala 2022`yan, wekî endam di Meclisa Jinan a Sûriyeyê de kar dike. Di kongreya duyemîn a Meclisa Jinan a Sûriyeyê de ji bo koordînasyona meclisê hate hilbijartin.

Fenar Îsa Abo ji pêkhateya Suryan e. Sala 1984`an li Qamişloyê ji dayîk bûye. Fenar sala 2017`an cihê xwe di rêveberiya meclisa bajarê Qamişloyê de girt û heta 6 salan di meclisê de xebat meşand. Fenar ji 2024`an ve di Meclisa Jinan a Sûriyeyê de kar dike û di kongreya duyemîn a meclisê de wekî endamê koordînasyona meclisê hat hilbijartin.

Rîhab Îbrahîm Îbrahîm ji pêkhateya Ereb e. Sala 1967`an li Tartûrsê jidayik bûye.  Rîhab çalakvaneke sivîl û hiqûqî ya serbixwe ye. Parêzer e û ji peymangeha amadekirina mamosteya derçûye. Bi xwe perwerdekare gepêşdanan mirovan e (human development trainer) û sala 2015`an di qada sivîl û hiqûqî de dest bi kar kiriye.

Rîhab ku wekî endam di Odeya Piştgiriya Civaka Sivîl de kar dike, sala 2018’an de beşdar dan û standinên li Cinevê bibû. Di sala 2022’yan de beşdarî kongreya Brukselê ya ji bo pêşeroja Sûriyeyê bibû.

Rîhab ji bo piştgiriya jinên sûriyeyî di gelek atloye û odeyan de li Urdinê kar kiriye. Jê ajansa lêkolînên stratejîk a Spanyayê. Rîhab yek ji damezrînerên Meclisa Jinan a Sûriyeyê ye û cihê xwe di desteya rêveber de girt. Di kongreya duyemîn de ji bo koordînasyona meclisê hate hilbijartin.

(şx)

ANHA