Meclisa Jin a Kongra Îslama Demokratîk kampanya paqijiyê dide destpêkirin

Meclisa Jin a Kongra Îslama Demokratîk bi navê, “Jîngeha me pêşîniya me ye” kampanyaya paqijiyê dide destpêkirin.

Meclisa Jin a Kongra Îslama Demokratîk kampanya paqijiyê dide destpêkirin
23 gulan, 2024   05:06
QAMIŞLO

Meclisa Jin a Kongra Îslama Demokratîk bi armanca pêşxistina çanda paqijî û parastina hewirdorê bi desteka şaredariyên gel ên Qamişlo û Hesekê kampanyaya paqijiyê dide destpêkirin. 

Kampanya bi dirûşmeya “Jîngeha me pêşîniya me ye” wê di navbera 25`ê Gulanê û 15`ê Îlona 2024`an an de bê meşandin.

Gava yekemîn a kampanyayê wê li bajarê Qamişlo ji ber navenda Kongra Îslama Demokratîk a li taxa Kornîş dest pê bike û kolan û taxên bajar bên paqijkirin.

Kampanya wê piştre li bajarê Hesekê dom bike.

BERNAME

-Di çarçoveya kampanyayê de wê hefteyê 2 rojan (Şemî û Duşemê), ji saet 10.00’an heta piştî nîvro paqijî were kirin.

-Piştî paqijkirina kolanan jî, di saetên ber êvarê de jî wê bi riya komînan sardana malana were kirin û têkildarî parastina hawirdorê agahdarî werin kirin.

-Ji 1`ê Hezîranê heta 1`ê Îlonê her hefetyê carekê, wê li mizgeftan derbarê xwedîderketina li xwezayê û paqijiyê de agahdarî were kirin.

-Di çarçoveya kampanayê de wê qutiyên çopê, birûşorên hişyarkirinê, maske, kîsên çopê û dezenfekte bên belavkirin.

(sb/a)

ANHA