Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenubya deklarasyona hilbijartinê eşkere kir 

Di çarçoveveya amadekariyên şaredariyan ku wê 11’yê Hezîranê bên pêkanîn de Kongra Star û Kombûna Jinan Zenubya deklarasyona xwe ya hilbijartinê ku 19 xalan pêk tê, eşkere kir.

Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenubya deklarasyona hilbijartinê eşkere kir 
Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenubya deklarasyona hilbijartinê eşkere kir 
Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenubya deklarasyona hilbijartinê eşkere kir 
Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenubya deklarasyona hilbijartinê eşkere kir 
Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenubya deklarasyona hilbijartinê eşkere kir 
Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenubya deklarasyona hilbijartinê eşkere kir 
Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenubya deklarasyona hilbijartinê eşkere kir 
22 gulan 2024   21:59
HESEKÊ

Kongra Star û Kombûna Jinan Zenubya bi armanca danasandina namzetên hevserokatî û endamên meclisên şaredariyan, her wiha ji bo eşkerekirina deklarasayona hilbajirtinê li Parka 4’ê Nîsanê ya Hesekê şahiyek lidar xist.

Di şahiyê de endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif axivî û wiha got: "Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em îro deklarasayona xwe radigihînin. Em ê demokrasiya herêmê bi vîna jinan ava bikin û em ê siyasetê ji keysbaziya mêrdestiyê û ji zihniyeta dewletê ya ku jin paşguh kiriye rizgar bikin."

Foza wiha domand: "Em ê şaredariyan ji zihniyeta baviklsariyê ya ku gel û jin bi dûr xistine rizgar bikin. Em jinên herêmê ji nû ve dîrokê bi destê jinan û pênûsên wan ava dikin."

Foza Yûsif diyar kir ku bi vîna jinan ew ê şaredariyan ava bikin ku bikevin xizmetî azadiya jinan û tevahî pêkhateyan, her wiha şaredariyên ekolojîk ava bikin û wiha pê de çû: "Em ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hêz û vîna xwe ya jinan bikin park."

Di şahiyê de namzetên hevserokatiyê û endamên meclisên şaredariyan yek bi yek hatin danasandin.

Piştî danasandinê, deklarasyona hilbijartinê ji aliyê berdevka Koordînasyona Kongra Star Rîhan Loqo bi zimanê Kurdî û berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Xoz El Îsa bi zimanê Erebî hat xwendin.

‘TÊKOŞÎNA SALÊN DIRÊJ’

Di deklarasyonê de hat diyarkirin ku jinên Rojava- Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyên salên dirêj ji bo welatekî azad û civakeke demokratîk, li dijî hêzên dagirker û faşîst da, her wiha li dijî hişmendiya kevneperest, feodal, desthilatdar, olperest û  zayendperest têkoşîn daye meşandin û ev têkoşîn wekî rêxistinên Kongra Star û Koma Jinên Zenûbiya şênber bûye.

Di deklarasyonê de hat destnîşankirin ku Kongra Star û Koma Jinên Zenûbya hewil daye jiyana Demokratîk ekolojîk a xwe dispêre azadiya jinê ava bikin; ji siyaset heta dîplomasî, parastina cewherî, aborî, komîn, meclis, rêveberiyên herêmî, tenduristî û perwerdeyê di her qades jiyanê de gotin, reng û îradeya jinê derxînin holê.

Di berdewama deklarasyonê de hat diyarkirin ku îro pêvajoyek hesas tê jiyankirin, lewma pêwîstî heye ku şoreşê bikin şoreşa civakî û hilbijartinên şoredariyan ji bo vê yekê gavek girîng e.

‘CARA YEKEM JIN HILBIJARTINÊN XWE ÇÊDIKIN’

Di deklarasyonê de hat gotin ku piştî Komîseriya Bilind a Hilbijartinê eşkere kir wê 11’yê Hezîrana 2024’an hilbijartinên şaredariyan çêbibin, Kongra Star û Koma Jinên Zenubya jî bi armanca ku bi nasmaneya xwe tevlî hilbijartinan bibin, dest bi amadekariyan kiriye. Hat bibîrxistin ku di çarçoveya amadekariyan de pêşhilbijartinên diyarkirina namzetan hatine çêkirin û wiha hat gotin: “Li Herêma Rojava, Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê cara yekem hilbijartinên wiha çêdibin. Em dikarin bibêjin ku heyecaneke mezin di nava jinan de ava kiriye û bandor li ser tevahî beşên civakê çêkiriye.”

‘133 NAVENDAN PÊŞHILBIJARTIN’

Di deklarasyonê de bal hat kişandin ku Kongra Star û Koma Jinên Zenûbya pergala hevserokatiyê û nûnertiya wekhev gelekî giring dibînin, di vê çarçoveyê de xebatan dimeşînin û bi armanca avakirina şaredariyên ekolojîk li 133 bajar û bajarokan pêşhilbijartin çêkirine. Ji hilbijartinan 68 li Kantona Cizîrê, 15 li Kontona Firatê û 50 jî li kantonên Dêrazor, Reqa, Tebqa û Minbicê hatine çêkirin.

Di deklarasyonê de hat diyarkirin di van hilbijartinan de tenê jiyan deng bikar anîne û namzeyên jin ên ji bo hevserokatiya şaredariyan hatine diyarkirin.

POLÎTÎKAYA DÊ BÊ MEŞANDIN

Di berdewama deklarasyonê de armanca Kongra Star û Koma Jinên Zenubya ya ji bo şaredariyan jî wiha hat vegotin:

-Li hemberî qirkirna ekolojîk ya ku bi destên dewleta dagirker li ser daristan, av, çiya û erdnigariya me tê meşandin, parastina xweza, ax, av û hewayê erkê herî bingehîn e, tekoşîna ekolojîk tekoşîna edaleta bi destê jinê ye.

-Hilbijartinên şaredariyan ji bo demokrasiya Rojava, Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, xwe rêvebirin û avakirinêgaveke giring e. Me wekî jin çawa di her gava avakirina civakî de cihê xwe girt, îro jî em ê bibin yên ku di şaredariyan de rola sereke bilîzin.

-Em çiqasî tevlî pêvajoyên bîryaran bibin û polîtîkayên şaredariyan bi hev re diyar bikin, em ê ew qasî karibin rê û rêbazên jiyana xwe û cihê em lê jiyan dikin baş bi rêk û pêk bikin.  Bi hişmendiya kes û civaka azad, civaka demokratîk û komînal, aştiyek mayînde, jiyana wekhev a gelan, feraseta şeredartiya demokrasiya yekser re em ê jiyana wekhev û azad ava bikin.  

- Em ê jiyana civakî bi nirxên azadî û wekheviyê  ji nû ve ava bikin, biparêzin û mayînde bikin, em ê polîtîkayên alîgirên jin pêş bixin û rêgeza xwe birêvebirinê esas bigirin.  

- Em ê bi perwerdeya bi zimanê dayîkê, pilansaziya bajêr, mîmarî, bi awayekî wekhev ji xizmetguzariyê sûd wergirtin, ragihandin-weşan, çand û hûner, çûn-hatin, tenduristî, aborî, ekonomî, polîtîkayên etîk û estetîk, bi awayekî xweser xwe rêxistinkirin, avakirina hevjiyana azad, sîstema hevserokatiyê û nûneriya wekhev re bi ser kevin.    

-Bi feraseta jin a xwe dispêre şaredariyên pir çandî re, em ê maf û wekheviya hemû komên bawerî û gelên Kurd, Suryanî, Asurî, Ereb, Turkmen, Ermenî; baweriyên Elewî, Sûnî, Misilman, Xiristyan û Êzidî biparêzin.   

- Em ê sîstema hevserokatî û nûnertiya wekhev wekî rêgez qebûl bikin.  Ji bo ewlehiya mafê jin û azadiya wê, wê jin di her qadê de bi awayekî xweser û serbixwe xwe rêxistin bikin, wekheviya zayendan û hevsengiya hemû cudahiyên di xwezayê de esas bigirin.  

PLANSAZÎ

Di dawiya deklarasyonê de, li gorî polîtîkaya hatiye diyarkirin, plansaziyên ku dê di şaredariyan de werin pêkanîn, wiha hatin rêzkirin:

• Hemû xizmet û projeyên der barê jin û zarokan de, wê bi awayekî hevpar bi komîn û meclisan re were plankirin. 

• Em ê polîtîkayên jinê, li gel saziyên sivîl ên herêmî, rêxistinên jin, ciwanan, saziyên civakî, tenduristî û perwerdeyê bi hev re diyar bikin.  

• Ji bo di şaredariyan de jin bi awayekî xweser û serbixwe xwe rêxistin bikin, di şaredariyan de meclisên jin, koordînasyonên jin û berdevkên jin bên avakirin. 

• Ji bo çêkirina projeyên jin û zarokan, em ê sazîbûna jinan pêş bixin û di vê çarçoveyê de di her şaredariyê de ofîsa jinan vekin, û bi vê ve girêdayî yekeyên têkoşîna li dijî şîdetê û perwerdeyê ava bikin.

• Ji bo hevgirtina jinan a di şaredariyan de û pêşxistina polîtîkayên hevpar,  em ê yekîtiya jinên şaredariyan ava bikin. 

• Ji bo perwerde, enformasyon û tifaqên jinan ên navnetewî pêş bixin, em ê di bin siwaneya yekîtiya jinên şaredariyan de yeke û komîteyên akademî, ragihandin û dîplomasî ava bikin. 

• Ji bo pêşwazîkirina pêwîstiyên jinan ên ku nîvê civakê pêk tînin, em ê budçeya yekser a li hemberî zayendîperestiya civakî pêş bixin, xebatên jinan ên di şaredariyê de wê esas werin girtin û ji bo projeyên xweser budçeyek xweser were diyarkirin. 

• Di çarçoveya têkoşîna li dijî hemû tundûtujiya li ser jinê de em ê yekeyên şêwirmendiya jin ên parastina jin û zarokan ava bikin.  

•Tenduristî mafekî xwezayî, civakî ye; ji bo jin jî karibin ji vî mafî sûd werbigrin, pêwîst e tenduristî bê pere be. Em ê bi saziyên tunduristiyê re hevpar kar bikin, ji bo tenduristiya jin a bedenî xebatên perwerdeyê pêş bixin.

• Ji bo ku jinên bêmal, ji cihên xwe hatin derxistin, tundî li ser wan hatiiye meşandin û mexdûr bûne, jinên koçber, astengdar û zarok karibin bi cih bibin, dê cihên jiyanê ji wan re bên çêkirin. 

• Ji bo jin zêdetir tevlî aboriyê bibin, em ê berhemdariya hevpar pêş bixin; li ser vê bingehê di serî de çandinî û lawirvanî, em ê koperatîfên jin ên bazirganî û berhemdariyê pêş bixin û destek bikin.  

•Ji bo hişmendiya wekî, “Ev karê jinan e, ev jî karê zilaman e” were derbaskirin, em ê projeyan pêş bixin; em ê bi rêya perwerdeyên meslekî bihêlin ku jin di karên curbecur de kar bikin û karibin xwe xwedî bikin. 

•Em ê di hemû yekeyên ku polîtîkayên têkildarî jinê diyar dikin de, rêxistina jinên ciwan xurt bikin; ji bo bibin xwedî gotin, reya û di mekanîzmayên bîryarê de cih bigirin em ê wan bi awayekî xurt beşdar bikin.  

• Ji bo ku di çarçoveya mijara jinê de cudahî û piralî were pêşxistin, em ê çavdêr bin, mafê jinê yê jiyanê, tenduristî, perwerde, bicihbûn, çûn-hatin, ewlehî û pilansaziyên wê esas bigirin. Ji avahî, heta qadên keskahiyê, ji parkan heta meydanan, di plansaziya cihê em lê jiyan dikin de, em ê bibin xwedî gotin, nêrîn û biryar.  

• Emê ji bo jinan cihê çandê, qadên sporê, semt, qadên bazarê, parkên jinan, qadên jinan ên azad çêbikin.  

•Em ê di avakirina bajarên bi feraseta jinê, qadên giştî, çûn-hatinê û avakirina avahiyan de rewşa zarok, astengdar, însanên temen mezin û hwd li berçavan bi bigirin.

•Qadên jiyanê yên hatine dagirkirin, şewitandin û hilweşandin, em ê li ser xwesteka herêmê, bi awayekî hevpar ava bikin.  Em ê li dijî polîtîkayên şer û pevçûnan ên bi zorê koçber dike û demografiyê diguhere, bi hev re têbikoşin. 

•Em ê parastina sîstema ekolojîk esas bigirin, em ê ne tenê mirov, xwe li hemberî hemû cureyên nebatan û lawiran, av, ax, hewa, hebûnên dîrokî û mîrasên çandî berpisyar bibînin, qadên em lê jiyan dikin em ê wekî qadên keskahiyê pêş bixin.  

•Ji bo parastina mafên aborî û kesayetî yên jinên di bin sîwaneya şaredariyan de kar dikin, em ê zemîna rêxistin û parastinê pêş bixin.  

(a)

ANHA