Komkirina îmzeyan li Şedadê di roja 9ˊan de ye

Komkirina îmzeyan ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li navçeya Şedadê di roja 9'an de didome. Her wiha şênî bi coşeke mezin tev li hemleyê dibin.

Komkirina îmzeyan li Şedadê di roja 9ˊan de ye
Komkirina îmzeyan li Şedadê di roja 9ˊan de ye
Komkirina îmzeyan li Şedadê di roja 9ˊan de ye
Komkirina îmzeyan li Şedadê di roja 9ˊan de ye
Komkirina îmzeyan li Şedadê di roja 9ˊan de ye
Komkirina îmzeyan li Şedadê di roja 9ˊan de ye
Komkirina îmzeyan li Şedadê di roja 9ˊan de ye
26 sibat, 2024   18:02
HESEKÊ

Di çarçoveya hemleya komkirina îmzeyan ku 9'ê Sibatê hatiye destpêkirin de, komîteyan berê xwe da gundewarê navçeya Şedadê bi taybetî gundên El Tel û El Ewed da ku komkirina îmzeyan bidomînin.

Welatiyê bi navê Emîn El Hesûnî got: "Di çarçoveya vê siyasetê de komploya navneteweyî ji aliyê faşîzma Tirk ve li dijî Rêber Abdullah Ocalan hat pêkanîn. Sedem jî ew e ku Rêber Abdullah Ocalan banga azadî û demokrasiyê kir. Wê guman kir ku bi binçavkirina Rêbertî re ew ê tevgerê tune bike. Lê tiştê ku qewimiye berovajî wê bû û Rêbertî Îmralî veguhast çiraya hemû gelan."

Diyab El Diyab destnîşan kir ku her çareyeke siyasî li Rojhilata Navîn pêk bê, dê bi encama fikrên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê neteweya demokratîk û biratiya gelan be.

Îsmaîl El Hesen jî destnîşan kir ku banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan erkekî niştîmanî ye, ji ber ku fikrê wî bandoreke mezin li çareseriya dozên Rojhilata Navîn dike.

Hesen El Sayil got: "Em bi yekrêziyekê banga têkbirina tecrîda li ser Rêbertî û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî dikin."

(mh)

ANHA