Konferansa 2ˊyemîn a ciwanan li Dêrazorê bi dawî bû

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên kantona Dêrazorê bi gelek encamnameyan konferansa xwe ya 2ˊyemîn bi dawî kir; ji wan encamnameyan lidarxistina çalakiyên li ser fikrên Rêber Abdullah Ocalan, hişyarkirina ciwanan der barê zirarên hişbirê.

Konferansa 2ˊyemîn a ciwanan li Dêrazorê bi dawî bû
Konferansa 2ˊyemîn a ciwanan li Dêrazorê bi dawî bû
Konferansa 2ˊyemîn a ciwanan li Dêrazorê bi dawî bû
Konferansa 2ˊyemîn a ciwanan li Dêrazorê bi dawî bû
Konferansa 2ˊyemîn a ciwanan li Dêrazorê bi dawî bû
Konferansa 2ˊyemîn a ciwanan li Dêrazorê bi dawî bû
Konferansa 2ˊyemîn a ciwanan li Dêrazorê bi dawî bû
Konferansa 2ˊyemîn a ciwanan li Dêrazorê bi dawî bû
26 sibat, 2024   18:14
DÊRAZOR

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên kantona Dêrazorê bi diruşma ˊBi vejîna ciwanan em ê xwe rêxistin bikin û Rêber Apo azad bikinˊ konferansa xwe ya 2ˊyemîn li hola meclisa sivîl li dar xist.

Endama rêvebera Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Dêrazorê Îbtîsam El Mihemed lidarxistina konferansê pîroz kir û girîngî da rola ciwanan di avakirina civakê û pêkanîna guhartineke erênî de.

Di konferansê de komeke pêşniyar û nêrînên bi armanca piştgiriya rola ciwanan û geşkirina nirxên tevlêbûnê, wekhevî û edaletiya civakî navbera ciwanan de hatin pêşkêşkirin, her wiha beşdaran însiyatîfên nû bi armanca geşekirina hevkariyê di nava ciwanan de di tevahî aliyan de hatin destpêkirin.

Sînevîzyonek li ser xebatên tevger û yekitiyê hate pêşandan.

Konferans bi gelek encamnameyan bi dawî bû; lidarxistina civînên gerseyî, panel ji bo hişyarkirina ciwanan, perwerdekirina beşên civakê li ser fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, zêdekirina komîteyên parastinê di komîn û meclisan de, lidarxistina foruman li ser fikrên Rêbertî û ciwanên şoreşger ji bo hişyarkirina ciwanan li ser xeteriya hişbirê, vekirina projeyan, dabînkirina derfetên kar ji ciwanan re û aktîfkirina navendên werzîşê.

(fr)

ANHA