Komîteya Kooperatîfan li Tebqayê kargeha ˊhesîra naylonˊ aktîf kir

Komîteya Kooperatîfan a kantona Tebqayê kargeha çêkirina ˊhesîra naylonˊ anku mat, piştî salek sekinandin, aktîf kir. Berhemdana wê ya rojane ji 300 heta 350 metre ye.

1 adar, 2024   05:35
TEBQA
SELAM KÊRWAN

Kargeha ˊhesîra naylonˊ a girêdayî Komîteya Kooperatîfan li Tebqayê ye. Piştî kargeh demekê xebitî hat sekinandin. Ji ber ku kargehê li gel dorpêça li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê astengî di peydakirina madeyên destpêkê de dikişand.

12 karker jin û mêr bi 2 dewamam; sibê û êvarê li kargehê dixebitin.

Dewama sibehê ji saet 8 heta 4ˊan e û dewama êvarê ji saet 4 heya 11 êvarê ye.

Endamê rêveber ê kargehê Dijwar Xilo axivî û got: "Bi armanca peydakirina derfetên kar û pêşxistina rewşa aborî ya li herêmê kargeh hat aktîfkirin û ji nû ve dest bi xebatê kir."

Kargeh rojane ji 300 heya 350 metre dirêjbûn û kêmberiya 2 heta 4 metreyan hesîra naylonê derdixe. Hesîr bi gelek şêwe û rengan tên çêkirin.

Der barê mekanîzmaya xebatê de, kargeh xwe dispêre amadekirina hebên naylona xam bi rêya alavên taybet ên helandina wê, piştre dike tayên dirêj û bi wê re ji bo çêkirina hesîrê amade dibe.

Li gorî Xilo kalîteya hesîra ku kargeh çêdike ya yekê ye û li sûkên herêm tên firotin.

(fr)

ANHA