NY: Her 10 deqeyan carekê jinek tê qetilkirin

Neteweyên Yekbûyî di raporekê de diyar kir ku li seranserê cîhanê di her 10 deqeyan de jinek tê qetilkirin. Li gorî raporê ji sêyan yekê jinan di sala borî de tûşî cureyeke tundiyê bûne.

NY: Her 10 deqeyan carekê jinek tê qetilkirin
19 mijdar, 2024   15:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Neteweyên Yekbûyî (NY) duh bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan raporek weşand û aşkera kir ku di sala derbasbûyî de 51 hezar û 100 jin hatine qetilkirin. Li gorî vê, her 10 deqeyan carekê jinek hatiye qetilkirin.

Di raporê de hat destnîşankirin ku zêdetirî nîvê kiryarên qetilkirina jinan ji aliyê endamên malbatê ve, nemaze jî hevjîn, hatine kirin. Her wiha diyar kir ku tundiya li ser jinan ne tenê li nava malê tê kirin, lê ji bo jinan li derveyî malê ewlehî nîn e, nemaze jinên siyasetmedar, parêzvanên mafên mirovan û rojnamevan. Hate gotin ku ev jin pirî caran dibin armanca tundiyê ku beşeke wê jî tundiya bi rêya înternetê ye û carinan dibe sedema qetilkirinê.

NY`ê di rapora xwe de hişyarî da ku tundiya li ser jinan li herêmên aloz zêdetir bûye û diyar kir ku di sala 2023`yan de li gorî sala borî, tundiya zayendî ji sedî 50 zêdetir bûye.

(k)