Koçberên Girê Spî ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan îmzeyan didin

Koçberên Girê Spî ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan îmzeyan didin. Sebrî Mistefa kesê yekemîn bû ku îmzeya xwe da.

Koçberên Girê Spî ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan îmzeyan didin
Koçberên Girê Spî ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan îmzeyan didin
Koçberên Girê Spî ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan îmzeyan didin
Koçberên Girê Spî ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan îmzeyan didin
Koçberên Girê Spî ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan îmzeyan didin
Koçberên Girê Spî ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan îmzeyan didin
20 sibat, 2024   14:31
EYN ÎSA

Li kampa koçberên Girê Spî ya li navçeya Eyn Îsayê kampanyaya komkirina îmzeyan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir.

Endamên komîteyên komkirina îmzeyan armancên kampanyayê û mercên li girîgeha Îmraliyê vegotin.

Destpêkê koçberê bi navê Sebrî Mistefa, piştre Ezîza Miraî, Îbrahîm Îsamîl û Yazî Cuma îmzeyên xwe dan.

Koçberên li kampê eleqeyeke mezin nîşanî kampanyayê da. Koçberê bi navê Ebid El Hemed diyar kir ku Reber Abdullah Ocalan jiyana xwe ji bo belavkirina fikirê neteweya demokratîk û xilasiya ji tevahî cûreyên zordestî û koletiyê da.

El Hemed bang li tevahî şêniyan kir ku beşdarî kampanyayê bibin û got: "Beşdarbûna me ya vê kampanyayê û tevahî çalakiyên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tişta herî kêm e ku em ji bo Rêber Abdullah Ocalan dikin."

(eg)

ANHA