NRLS: Peyman heye, lê dorpêça li ser Kobanê hê jî didome

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava (NRLS), der barê êrişên komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê yên li taxên Helebê û Bakur û Rojhiatê Sûriyeyê de, raporek aşkera kir. Di raporê de hat diyarkirin ku heta niha 1200 welatî di van êrişan de hatine qetilkirin.

NRLS: Peyman heye, lê dorpêça li ser Kobanê hê jî didome
23 sibat, 2026   23:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê di 6ˊê çileyê de êrişî taxên Kurdan ên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê kiribû. Piştî çend rojan heman hêzan êrişî bajarên Reqa, Tebqa û Dêrazorê kiribûn. Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di demeke kin de ji bo ku di navbera gelê Kurd û gelê Ereb de şerekî giran dernekeve biryara ji van bajaran paş ve vekişe dabû. Lê komên hikumetê jin û zarok jî di nav de êrişî welatiyan kiribû. Ji bo ku agirbestê li herêmê pêk were û pêşî li vî şerî were girtin di 29ˊê Çileyê di navbera QSDˊê û hikumeta demkî de peymanek hat îmzekirin, lê ruxmê vê peymanê jî dorpoêça li ser Kobanê hê jî didome.

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava (NRLS), der barê êrişên komên hikumeta demkî ya Sûriyeyêyên li ser Bakur û Rojhiatê Sûriyeyê de raporek aşkera kir.

Li gorî raporê, êrişên ku bi awayekî sîstematîk tên meşandin, bîlançoyeke giran a mirovî li pey xwe hiştiye. Hat ragihandin ku heta niha herî kêm 1.200 kes hatine qetilkirin ku piraniya wan jin û zarok in. NRLS balê dikişîne ku ev êriş ne tenê leşkerî ne, lê rasterast vîna gelê herêmê dikin armanc.

Daneyên raporê binpêkirina mafan wiha radixe ber çavan. Li gorî van daneyan zêdetirî 2.000 sivîl ji aliyê komên hikumetê ve hatine revandin. Çarenûsa 526 kesan nayê zanîn û malbatên wan di nava fikarên mezin de ne. Hikumet cenazeyên 270 qurbaniyan nade malbatên wan. Hat piştrastkirin ku li girtîgehên Şiqeyêf û Helebê li 1.000 girtiyan êşkenceyên giran tên kirin.

Rapor balê dikişîne li ser rewşa koçberiyê jî û van agahiyan dide: “Ji ber şer û zextên hêzên hikûmetê, bi sed hezaran mirov neçar man ku malên xwe biterikînin. Tenê ji Helebê bêtirî 160 hezar kes koçber bûne. Ji herêmên Reqa û Tebqayê jî zêdetirî 100 hezar kesî berê xwe dane herêmên ewle yên Rêveberiya Xweser.”

NRLS radigihîne ku hêzên hikumetê bajarên Rojava dorpêç kiriye û der barê dorpêçê de jî van agahiyan dide: “Dorpêça li ser Kobanê ji mehekê derbas kir; derman û pêdiviyên jiyanî nakevin bajêr. Li dijî Hesekê jî polîtîkayeke “birçîhiştinê” ya bi zanebûn tê meşandin da ku gel serî bitewîne.” NRLSê herî dawî diyar kir ku ev tablo ne tenê binpêkirina mafan e, lê belê hewldana têkbirina pergala demokratîk a herêmê ye.