Li Qamişloyê têkildarî bandorên tecrîdkirina ji hemwelatîbûnê atolye

Di atolyeya li bajarê Qamişloyê de behsa mîrateya serjimêriya taybet a ku 1962’an li parêzgeha Hesekeyê hatibû kirin, bandorên wê yên berdewam li ser welaityan û rêyên tevlikirina vê mijarê di nav pêvajoya dadmendiya veguhêz a li Sûriyeyê de, hate kirin.

4 cotmeh, 2026   18:07
QAMIŞLO

Tora Qurbaniyên Bêwelatîbûnê li Hesekê bi hevkariya Tora Herêmî ya Bêwelatîbûnê li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê "Hawiyati", însiyatîfa Parastina Mafan û Komeleya Hevdestî ya Qurbaniyanîro li Xwaringeha Burc a Qamişloyê atolyeyek li dar xist. Di atolyeyê de mîrateya serjimariyê ya taybet a ku li Hesekê di 1962’yan de hatibû kirin hat nîqaşkirin.

Di atolyeyê de hejmarek mijar weke rastî-naskirin, bicihanîna benda 4’an ji fermana 13’an a 2026’an û astengiyên girêdayî wê, dayîna ziraran, parastina bîrê û misogeriya nedubarebûnê hatin nîqaşkirin.

Di rûniştina yekemîn de a ku mijara serjimarî û pêvajoya edaleta veguhêz bû, ji hêla rojnamevan û endama torê Evîn Yûsiv ve hat nîqaşkirin û got armanc ji organîzekirina atolyeyê ji nû ve pêşkêşkirina doza înkarkirina berdewam a ji salan ve, belgekirina zehmetiyên kesên ji nasnameya xwe hatine tecrîdkirin, mezinahiya zirarên yasayî û civakî, dayîna belgeyan di destê qurbaniyan de ji bo bikaranîna wan weke delîlên di rêveçûna edaleta pêvajoya veguhêz de.

Evîn diyar kir ku sermijariya di 1962’yan de di rojekê de bi çavdêriya Wezareta Hundirîn hat kirin û şert kir ku belgeyên tesbîtkirina cihbûna berê were pêşkêşkirin. Evînê destnîşan kir ku hin kesan navên xwe qeyd kirin, lê hinên din bê qeydkirin (mektûm) man, nikarin ne derkevin derve, ne jî herin cihekî din ne jî milkên xwe qeyd bikin.

Di rûniştina duyemîn de çalakvan û rojnamevan Ebdulhelîm Silêman behsa astengiyên girêdayî fermana 13’an kir û destnîşan kir ku hejmarek ji kesên bênasname derketine derveyî welat û dema ji bo qeydkirinê hatiye diyarkirin ne têrker bû.

Silêman diyar kir ku hin kesên zirar dîtine weke “Erebên Sûrî” li gorî texmînên karmendan hatin sinifandin, wê jî çareserkirina dosyayê girêktir kir.

Hejmarek amadebûyan jî ezmûnên xwe yên takakesî û zehmetiyên bi salan kişandine vegotin û daxwaza naskirina fermî ya binpêkirinên li dijî wan hatine kirin, vegerandina nasnameya xwe, dayîna ziraran, danîna misogeriyên yasayî û destûrî ku dubare nebe, kir.

Di dawiya atolyeyê de hewcedarî û daxwazên zirarbûyan hatin nîqaşkirin û encamnameyek hat diyarkirin û hat gotin ku divê sedemên serjimariya taybet a 1962’yan werin aşkerakirin, serjimariya rast a der barê zirarbûyan de were parvekirin, bandorên aborî, civakî û yasayî ji bo kesên ji hemwelatîbûnê hatine tecrîdkirin werin naskirin û tawîz bên dayîn. Her wiha hat diyarkirin ku divê ev doz bikeve rêveçûna edaleta pêvajoya veguhêz û mataryalên perwerdehiyê, platformên belgekirina dosyayê werin avakirin, destûr û yasa werin rastkirin û cudakirin rabe, nijadî sûc were hesibandin, lêpirsîn û çavdêriya civakî were pêşxistin.

(f)