‘Kesên dixwazin ji Lubnanê vegerin dikarin serî li Komeleya Newroz bidin’

Nûnertiya Rêveberiya Xweser diyar kir ku sûriyeyên li Lubnanê yên ku dixwazin werin Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dikarin serî li Komeleya Newroz a li Beyrûtê bibin.

‘Kesên dixwazin ji Lubnanê vegerin dikarin serî li Komeleya Newroz bidin’
30 îlon, 2024   15:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Lubnanê di 24’ê Îlonê de ji bo şopandina kar û barên penaberên ji herêmê yên ku dixwazin vegerin, komîteyek ava kir.

Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê duh ji bo pêşwazkirina kesên ji Lubnanê tên maseya krîzê ava kir, ji bo kesên ji derveyî herêmê jî navendên bicihkirinê veqetandin.

Gelek penaberên sûriyeyî ji bo naskirina detayên vegerê ya bi rêya însiyatîfa Rêveberiya Xweser têkiliyan bi ajansa me re datînin.

Li gorî agahiyên ku ajansa me ji Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Lubnanê wergirtine, penaberên ku dixwazin vegerin Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dikarin serî li Komeleya Newroz a Çanda Civakî ya li Beyrûtê bidin ku li kolana Bişara El Xurtî li hember xwaringeha bi navê "Sehyûn" e.

Di encama şerê Îsraîl û Hemasê de ku ji duşema borî ve gurtir bûye, bi deh hezaran sûriyeyî dixwazin vegerin welatê xwe.

Li gorî daneyên dawîn ên Maseya Krîzê, di roja yekemîn de hezar û 228 kes di deriyên Tahiye-Tebqa re hatine herêmê.

Piştî rawestandina geştên asîmanî di navbera Qamişlo û Beyrûtê de, Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Lubnanê dest bi tomarkirina navên kesên ku dixwazin vegerin kir. Nûnertî penaberên navên xwe tomarkirine, bi nîvê heq bi otobusan vediguhêze.

(bb)

ANHA