Kehrebe dîsa gihaşt navçeya Şedadê

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê ragihand ku kehrebe gihaşt navçeya Şedadê. Ji ber dizîna torên kehrebeyê, kehrebe li ser navçeyê qut bûbû.

Kehrebe dîsa gihaşt navçeya Şedadê
Kehrebe dîsa gihaşt navçeya Şedadê
Kehrebe dîsa gihaşt navçeya Şedadê
Kehrebe dîsa gihaşt navçeya Şedadê
Kehrebe dîsa gihaşt navçeya Şedadê
Kehrebe dîsa gihaşt navçeya Şedadê
14 nîsan, 2024   03:45
HESEKÊ

Ji ber ku torên kehrebeyê li navçeya Şedadê hatibûn dizîn û bircên kehrebeyê hatibûn xirakirin, Şedadê 28 rojan bê kehrebe ma.

Saziya Kehrebeyê ya navçeya Şedadê ya Nivîsgeha Enerjiyê ya kantona Cizîrê, kehrebe dîsa gihand navçeyê. Der barê xebatan de endama rêveberiya saziyê Rîm El Reca got: "Kehrebe 28 rojan qut bûbû. Lê bi saya hewldanên saziyê kehrebeyê dîsa wekî berê li gorî bernameya dayîna kehrebeyê vegeriya.”

3 stasyonên girêdayî Saziya Kehrebeyê yên Şedad, Bendava Başûr û Kebîbeyê, kehrebeyê didin navçeya Şedadê û gundewarên wê.

Rîm El Reca diyar kir ku bircên kehrebeyê hatibûn dizîn, di encamê de pirsgirêk di dayîna kehrebeyê de derket û bang li şêniyên gundên nêzî bircên kehrebeyê kir ku wan bircan ji diziyê biparêzin.

(şx)

ANHA