Mijara Wêjevanan a îsal zarok û weşan e

Di Hefteya Wêjeyê ya sala 2024’an de mijarên sereke, “pirsgirêkên weşan û berheman, wêjeya zarokan û rexneya wêjeyî” ne.

Mijara Wêjevanan a îsal zarok û weşan e
14 nîsan 2024   02:35
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Hefteya Wêjeyê ya ku her sal ji aliyê Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve tê birêvebirin, wê îsal 27’ê Nîsanê (2024) dest pê bike. Hefteya Wêjeyê ku îsa ya sêyemîn tê pêkanîn, wê li Dêrikê çêbibe û amadekariyên wê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine destpêkirin. 

MIJARÊN SEREKE

Endamê Dîwana Wêjeyê Fîxan Hîmo têkildarî amadekariyan agahî dan ANHA’yê. Li gorî agahiyên Hîmo, îsal 3 mijarên sereke yên Hefteya Wêjeyê hene. Beşdarên bernameyan wê li ser mijarên, “pirsgirêkên weşanê û berheman”, “Wêjeya zarokan” û “Rexneya wêjeyî” gotûbêjan bikin.

Di çarçoveya bernameya ku dê 7 rojan dom bike de, wê semîner, panel, şevbihêrkên helbest û çîrokan bêne lidarxistin.

Ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê gelek rewşenbîr, nivîskar û wêjevan beşdarî bernameyan bibin.

Fîxan Hîmo destnîşan kir ku rêjeya nivîskariya wêjeya zarokan kêm e, lewma wan xwestiye balê bikşînin ser girîngiya vê mijarê ya di avakirina civakan de.

HEFTEYA WÊJEYÊ?

Hefteya Wêjeyê cara yekemîn sala 2022`yan li bajarê Qamişlo hat lidarxistin, sala 2023`an li bajarê Kobanê pêk hat. Her sal di meha Nîsan an jî Gulanê de tên lidarxistin û li ser pirsgirêk, berhem, hilberîna xebatên wêjaya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê rawestîn. Bi taybetî di pêvajoya şoreşê û avakirina civakan de rola wêjeyê tê gotûbêjkirin. Di nava vê hefteyê de berhemên bi zimanên Erebî û Kurdî hatine amadekirin, her wiha xebatên hatine meşandin tên nirxandin.

(a)

ANHA