KCDP: Di meha adarê de 25 jin hatin qetilkirin

Li gorî rapora KCDP'ê di meha adarê de 25 jin hatin qetilkirin û mirina 21 jinan jî bi guman e.

KCDP: Di meha adarê de 25 jin hatin qetilkirin
4 nîsan, 2024   13:12
NAVENDA NÛÇEYAN 

Platforma em ê Cinayetên Jinan Rawestînin (KCDP) rapora xwe ya meha adarê aşkera kir. Li gorî raporê di meha adarê de 25 jin hatin qetilkirin, mirina 21 jinan jî bi guman e. 

17 jin li malê, 6 jin li kolanê, jinek li cihekî nepenî, jinek jî li kargehê hat qetilkirin.