Kalkan: Şehîd Nazim û Cîhan rûpoşa propagandaya şerê taybet daxist

Duran Kalkan destnîşan kir ku rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn şervanên ronahiya li hember tarîtiyê bûn û got: “Wan şervaniya heqîqetê ya fedaî kirin. Hemû kesan ji Nazim û Cîhan fêr bû ku li Minbic, Qereqozax û Tişrînê çi diqewime. Eger ne ji van hewldanên wan bûya, wê derew û manîpulekirina şerê taybet a dewleta Tirk ji her kesî re weke rastî bihata nîşandan. Vê fedayîtiyê rûpoşa propagandaya wan daxistin xwarê.”

Kalkan: Şehîd Nazim û Cîhan rûpoşa propagandaya şerê taybet daxist
25 kanûn, 2024   10:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan di bernameya taybet a televîzyona Medya Haber de, li ser hedefgirtina hevalên me yên rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku di êrişa balafira bê mirov a dewleta Tirk de şehîd bûn jî, nirxandin kirin. 

Duran Kalkan li ser pirsa têkildarî êrişa li ser rojnamevanan ev nirxandin kir:

WAN ŞERVANIYA HEQÎQETÊ YA FEDAYÎ KIRIN

“Ez şehîd Nazim Daştan û şehîd Cîhan Bîlgîn bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînim. Bi rastî ew şervanên ronahiya li hember tarîtiyê, heqîqeta li hember zordariyê, qenciya li hemberî  xirabiyê, bedewiya li hember nebedewiyê, azadiya li hember koletiyê bûn. Wan şervaniya heqîqetê ya fedaî kirin. Ji bo eşkerekirina heqîqetê, eşkerekirina rastiyê û ronîkirin bûn şervanên fedaî.

Her kes ji Nazim û Cîhan fêr bû ku li Minbic, Qereqozax û Tişrînê çi diqewime. Eger ne ji van hewldanên wan bûya, wê derew û manîpulekirina şerê taybet a dewleta Tirk ji her kesî re weke rastî û heqîqetê bihata nîşandan. Dê mejiyê her kesî bi derewan tijî bibûya. Wê bihiştana ku ji derewên wan bên bawerkirin. Vê fedayîtiyê rûpoşa propagandaya wan daxistin xwarê. Wan rastî ronî kirin. Bûn mînakeke mezin a wêrekî û fedakariyê.

ÊRIŞEK PLANKIRÎ YE

Ez dikarim vê bi zelalî îfade bikim. Ji ber ku di vî warî de bi taybet hedef hatin girtin. Ev êrîşek plankirî ye, cînayeteke plankirî ye. Ev cînayeteke ku dewleta Tirk û rêveberiya Tayyîp Erdogan bi plankirî kirine, komkujiyek e. Komkujiyek ku sûcê mirovahiyê ye. Di warê qanûnî de ji vê re kuştina bi plankirî tê gotin. Ji ber ku maskeya wan daxistin hedef hatin girtin. Bi hêrs û kîn bi xayintî êrîşî van şervanên ronahiyê kirin. Lê wan bi lehengî li ber xwe dan. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rastî bi lehengî şer kirin. Wek Tayyîp Erdogan dostaniyên sexte yên durû nekirine. Tişta ku rêveberiya Beşar Esad berê dikir ev bû. Mîna van demên dawî şerê namerdî nekir. Kurd û yên bi Kurdan re bûne yek, her tim bi mêranî li ser xeteke demokratîk li dijî rêveberiya Baasê li ser xeta demokratîk bi lehengî rawestiyan. Têkoşîna herî bi bandor û berhemdar meşandin. Weke rojnamevan bûne ronakbîrên şervanên fedaî yên demokratîk, lehengiyê. Wan peywireke mezin bi cih anîn. Wan xeta şervaniya propagandayê ava kirin. Ez dîsa wan bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînim.

DIVÊ HÎN ZÊDETIR XWEDÎ LÊ DERKEVIN

Ez êşa hemû hezkiriyên wîan, malbatên wan û civaka Çapemeniya Azad parve dikim. Di her qadê de xwedî derdikevin. Divê bêtir xwedî  li wan derkevin. Ji ber ku ev tê wateya xwedîderketina li dozeke mafdarî ye. Civakên ku nikaribin piştgiriyê bidin van mirovan nikarin li ser piyan bimînin. Li her derê tê qîrîna “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” bilind dibe. Bi rastî nayê bêdengkirin. Em ji dil bi vê bawerin.

Ji ber ku bingeh pir bi xurtî hatiye avêtin. Mazlum Doganan bingehê vê çêkir. Gurbetellî Ersozan bingeha vê çêkir. Apê Mûsa bingeha vê çêkir. Ev bingeh zexim e. Bi êrîş, komkujî û şehadeta milîtanan ev têkoşîn nayê rawestandin. Ev çapemenî nayê bêdengkirin.

50 sal in çi kirin jî nekarîbûn bêdeng bikin. Ev xet 45 sal in bi derbaskirina her cure astengiyan, derbaskirina zehmetiyan, nîşandana her cure cesaret, fedakarî û berdêllan wê didome. Wê ji niha û pê ve jî bidome. Şehîd Nazim û şehîd Cîhan wê bibin sembola têkoşîna azadiya çapemeniyê û têkoşîna çapemeniya azad.”

(a)

ANHA