Gera Astana jiyana gel li gor berjewendiyên xwe guhart

Piştî 20 gerên civînên rêveçûna Astanayê ku êdî encamên wê di jiyana gelê Sûriyeyê de baş xuya bûne, wek xêzkirina sînorên kontrolê yên nû û dabeşkirina wê di nava 3 aliyên girêbestan de, guhertina demografiya deverên Sûriyeyê û koçberkirina gel û bicihkirina hinên din li şûna wan li gorî berjewendiyên xwe. Gelê Sûriyeyê bi fikar û pirsiyarî û gelo dê gera 21ˊê bi dewleta wan çi bike, dişopînin.

Gera Astana jiyana gel li gor berjewendiyên xwe guhart
23 ÇILE, 2024   04:41
NAVENDA NÛÇEYAN 
YEHYA EL HEBÎB

Gera yekemîn a civînên rêveçûna Astana di 23'yê Çileya 2017'an de li dar ket û ji encamên wê civînê parçekirina xaka Sûriyeyê ji bo herêmên kontrolê bi çavdêriya hin dewletan, xurtkirina hikumeta Şamê û vekirina rê li ber dewleta Tirk a dagirker ku deverên zêdetir ên Sûriyeyê dagir bike.

Di vê raporê de em ê bi kurtî naveroka gerên civînên Astana û encamên wê yên li ser hesabê xaka Sûriyeyê û gelê wê, diyar bikin.

20 GER ÇAWA LI DAR KETIN Û ÇI ENCAM DAN?

Gera yekemîn di 23 û 24'ê Çileya 2017'an li dar ket û ew destpêka dabeşkirina herêmên serweriyê di navbera Rûsya, Îran û Tirkiye bû. Dewleta Tirk çeteyên xwe yên Helebê firot hikumeta Şamê û Rûsyayê. Di dawiya gerê de makanîzmayek sêalî ji bo şopandina pebandiya bi agirbestê hat ragihandin, lê belê ew yek pêk nehat, pevçûn û topbaran berdewam bûn.

Gera duyemîn di nîvê Sibatê de bû. Tevî ku Rûsyayê ragihand ku di wê gerê de agirbest hat diyarkirin, lê berjewendiyên vê civînê cuda bûn. Di rastiyê de axaftin li ser amadekirina nexşeya belavkirina çeteyên ˊCebhet El Nusraˊ li xaka Sûriyeyê bû, da ku piştre komên ˊMuitedilˊ jê cuda bikin û piştre şerê wê bikin. Lê ev yek pêk nehat, ji ber ku adewleta Tirk piştgirî da çeteyên Cebhet El Nusra.

Gera sêyemîn di nîvê Adara 2017'an de bû. Di daxuyaniya dawîn de hat diyarkirin ku dewletên garantor ji bo şopandina agirbestê komîteyên girêdayî dosyeya alîkariyan û komîteyên girêdayî dosyeya girtî û esîran ava kirine û pêşniyariya damezirandina komîteya sazkirina destûra Sûriyeyê hat pêşkêşkirin, lê dîsa ew jî pêk nehat.

Gera 4'emîn di Gulana 2017'an de li dar ket. Ji wê gerê lihevkirin li ser herêmên din bi navê (herêma bêçek) lihevkirin çêbû; Idlib, Xûta Şerqiye, gundewarên bakurê Humisê û başûrê Sûriyeyê bi dema 6 mehan. Lê xwînrijandina Sûriyeyan dewam kir. Piştî gera 4ˊan tevahî eniyên şer bi fermanên dewleta Tirk  li dijî hikumeta Şamê sekinîn. Di encamê de hêzên Şamê û Rûsyayçê ji kontrolkirina 4 herêmên bêçek re vala bûn. Çeteyên red kirine belgeyên radestbûnê îmze bikin veguhastin Idlibê yê di bin kontrola Heyet Tehrîr El Şam de ku di nava lîsteya terorê de ye û ji sedî 90 rûbera Idlibê kontrol dike.

Gera 5'emîn di Tîrmehê de li dar ket û bê îmzekirina belgeyan bi dawî bû û aliyên wê "Rûsya, Îran û Tirkiye" li ser diyarkirina sînorên deveran li hev nekir.

Gera 6'emîn di nîvê Îlonê de li dar ket û di wê gerê de berjewendiyên dewletên garantor hatin pêkanîn. Rûsyayê êrişên çeteyan ên li dijî hikumeta Şamê kêm kirin û di encamê de hikumeta Şamê hin dever girtin û hin deverên din dorpêç kirin û çete neçarî xweradestkirinê kirin.

Gera 7'emîn di 30'ê Cotmeha 2017'an de li dar ket û bê ku encamên baş der barê berdana girtiyan, veguhastina êsîran û gihandina alîkariyê hebin de, bi dawî bû.

Gera 8'emîn, di 21'ê Kanûna heman salê de li dar ket. Di wê gerê de civîna li Sochî yê Rûsyayê hate diyarkirin. 4 dewletên Astana di vê gerê de li ser nêzbûna nêrînan der bare xetên stûr ên însiyatîfa Rûsyayê bû. Armanca Rûsyayê Sochî bibe berdêla Cinêvê ku di çareserkirina dosyayan de asê maye.

Dewleta Tirk ev civîn bi kar anîn, da ku Efrînê bi rêya lihevkirinên bi Rûsyayê re dagir bike. Bi wê re Xûta Şerqiye ji çeteyên dewleta Tirk li beramber Tirkiye Efrînê dagir bike, hate valakirin.

Gera 9'emîn di 14'ê Gulana 2018'an li dar ket û tê de daxuyaniyek hevbeş hat dayîn û di daxuyaniyê de Rûsya, Îran û Tirkiye amadebûna xwe ya ji bo pêkanîna biryara meclisa ewlehiyê ya 2254 anîn ziman.

Gera 10'emîn di 30'ê Tîrmeha 2018'an de li dar ket û tê de hersê dewletên destwerdan li Sûriyeyê kirine, li ser alîkariya sûriyeyiyan li hev kir ku jiyana xwe ya xwezayî vegerînin û dest bi dan û standinên alîkariya penaber û koçberan a ji bo vegerê bikin. Lê tiştek pêk nehat, ji wê zêdetir kuştin, wêrankirin û koçberî dewam kir.

Gera 11'emîn di 28'ê Mijdara 2018'an de li dar ket û dîsa jî  tu encama bi dest neketin. Ji ber ku diviyabû aliyan nîqaş li ser avakirina komîteya destûrê bikira. Lê ji ber nakokiyên di navbera Rûsya û nûnerê Amerîkayê ji bo Sûriyeyê yê wê demê James Jeffrey dan û standin bi bin ketin.

Gera 12'yemîn di 25'ê Nîsana 2019'an de li dar ket. Di wê gerê de hikumeta Şamê gefa destpêkirina şerekî li dijî Îdlibê xwar.

Gera 13'yemîn  bi daxuyaniyekê dişibe ya beriya xwe bi dawî bû. Tu biryarên pêşketî der bare dosyaya qaşo komîteya destûrê nehatin dayîn. Di navbera Rûsya û Îranê de li ser beşdariya Rûsyayê di civîna Qudisê de derketin. Rûsya, Amerîka û Îsraîlê li Qudisê li ser hedefgirtina nuqteyên Îranê li hundirê Sûriyeyê ji hêla Îsraîlê ve li hev kir.

Gera 14'emîn di heman salê de li dar ket û ji bilî dijmintiya Kurdan û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tu tiştên nû tune bûn.  Di encamê de dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî yên herêma Rêveberiya Xweser hat erêkirin.

Gera 15'emîn di 23'yê Nîsana 2020'an de li dar ket û di encamê de tu agirbest nehatin pêkanîn. Di navbera gerên 14 û 15'emîn de hikumeta Şamê bi awayekî mezin li Idlibê, başûr û rojavayê Helebê û başûrê Idlibê pêş ket.

Gera 16'emîn di 7 û 8'ê Tîrmeha 2020'an de li dar ket û bi heman daxuyaniya gera berê bi dawî bû. Di wê gerê de li êrişkirin û dijberiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hev kirin.

Gera 17'emîn di 21'ê Kanûna 2021'an de li dar ket û bi heman daxuyaniyê û êrişa li dijî Rêveberiya Xweser bi dawî bû. Hemwextî vê gerê êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girantir bûn; eniyên li Til Temir û Zirganê topbaran kirin, balafirên bêmirov Kobanê bombebaran kirin. Di encamê de şehîd û birîndar çêbûn. Wezîrê derve yê Rûsyayê Lavrov bi awayekî nerênî li ser Rêveberiya Xweser û Kurdan axivî.

Gera 18'emîn di 17'ê Hezîrana 2022'yan de li dar ket û tu encamên cuda nedan, tenê dewleta Tirk a dagirker di bidestxistina erêkirinê ji bo berfirehkirina dagirkeriya xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, bi bin ket. Ji ber ku beriya vê gerê gefên destpêkirina êrişên nû dixwarin.

Gera 19'emîn di 23'yê Cotmeha 2022'yan de li dar ket. Gera 19ˊemîn di demekê de êrişên asîmanî û bejahî yên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikirin, bi dawî bû. Mîna her carê hersê aliyan li ser dijberiya Rêveberiya Xweser û paşguhkirina hovîtiya dewleta Tirk a dagirker ku tê de Rêveberiya Xweser wek "projeya cudaxwaz" hat binavkirin, li hev kir.

Gera 20'emîn di 21'ê Hezîrana 2023'yan de hemwextî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dat ket û bi heman daxuyaniyê bi dawî bû. Di wê gerê de wezîrê Karên Derve yê Kazaxistanê pêşniyar kir ku ev civîna ji bo dan û standinên Astana li ser Sûriyeyê bibe civîna û gera dawîn. Di daxuyaniya dawîn de aliyên Astanayê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tawanên ˊcudaxwaziyêˊ tawanbar kir. Di vê gerê de hewldana hatin kirin ku hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker normalîzekirinê pêk bîne û nexşerêya Rûsyayê der barê vê yekê de hate nîqaşkirin.

GERA BÊ.. TIRKIYE ÊRIŞÊN XWE DIDOMÎNE

Piştî van geran çaverê ye gera 21'emîn di 24 û 25'ê vê Çileyê de li dar bikeve.

Berî vê gerê dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û binesaziya wê giran kirin, her wiha hêzên hikumeta Şamê jî êrişên xwe li dijî herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de yên Idlib, Hema û Helebê zêde kirin.

(mh)

ANHA