Jinên Suryanî: Bi hevgirtinê wê armancên me pêk werin

Endamên Saziya Jinên Suryanî bal kişand ser girîngiya domandina têkoşînê, xurtkirina rola jinan di civakê û biryardanê de û got: "Bi hevgirtinê wê armancên me pêk werin."

Jinên Suryanî: Bi hevgirtinê wê armancên me pêk werin
30 tebax, 2026   06:51
QAMIŞLO
JÎNDA DILSOZ

Yekitiya Jinên Suryanî di 28’ê Tebaxê de bi beşdariya 255 endaman konferansa xwe ya 6’an li Qamişloyê li dar xist û navê yekitiyê ji kir Saziya Jinan a Suryanî. Di dawiya konferansê de encamnameya ji bo xebata qonaxa pêş diyar kirin. Têkildarî mijarê endama Saziya Jinên Suryanî ji ajansa me re axivî.

Sîham Qeryo bi bîr xist ku di destpêka damezrandinê de ku rejîma Baasê serwer bû, yekitî rûbirûyî gelek astengî û metirsiyên bû.

Sîham destnîşan kir ku wekî berdewama têkoşîna jinên Beyt Nehrên jinên Suryanî bi destpêka aloziya Sûriyeyê re dest bi qonaxeke nû kir.

Sîham diyar kir ku jinên Suryanî li ser şopa pêşenga jinên Suryanî şehîd Êzla meşiyan da ku hêviyên wê yên pêşxistina rewşa jinan, xurtkirina rola wê û bihêzkirina beşdariya wê di biryardanê de pêk bînin.

Di dawiyê de Sîham bang li jinên Suryanî û tevahî jinên Sûriyeyê kir ku bi awayekî aktîv beşdarî tevahî saziyan bibin û mafên jinan biparêzin.

Endama Saziya Jinan a Suryanî- Şaxê Hesekê Sewsen Ebdulehed jî destnîşan kir ku lidarxistina konferansê ji bo jinên Suryanî destkeftiyeke girîng e û got, konferans encama keda 13 salan e.

Sewsen diyar kir ku jinên Suryanî beşek bingehîn ji pêkhateyên civaka Sûriyeyê ne û bi jinên ji tevahî pêkhateyan re ji bo avakirina Sûriyeya nû dixebitin.

Di dewama axaftina xwe de Sewsen Ebdulehed destnîşan kir ku jinên Suryanî hewl didin hebûn û hêza xwe ya hilgirtina berpirsiyariyan îsbat bikin û bibin şirîka aktîv di avakirina Sûriyeya nû de.

Di dawiyê de Sewsen Ebdulehed got, bi xebata hevbeş û hevgirtinê dê armancên jinên Suryanî û hêviyên wan pêk bînin.

 (f)

ANHA