Li 4 gundên Girkê Legê pirsgirêka avê heye

Derdora 160 malbat li çar gundên girêdayî Girkê Legê bi salan e ji ber pirsgirêka dabînkirina ava vexwarinê di nava zehmetiyan de ne. Ji bo van gundan bîrên giştî (Irtîwazî) tune ne, şêniyên wê jî ava xwe ji sehrîc û bîrên malan ên ku ji vexwarinê re nabin digire. Saziya Avê jî diyar kir ku ew vê pirsgirêkê dişopînin, piştî dabînkirina budçe, wê ji bo danîna çareseriyekê bixebitin.

Li 4 gundên Girkê Legê pirsgirêka avê heye
30 tebax, 2026   04:43
QAMIŞLO
ROHAT XELEF

Aloziya avê ya bi salan li gundê Kaniya Nebî û Dilavê Kera, Helêq û Kilîçe yên girêdayî bajarokê Mistefawiyê ya li gundewarê Girkê Legê, ji ber nebûna jêdereke ava vexwarinê, didome.

Li van her çar gundan derdora 160 malbat dimînin, ji ber nebûna bîrên avê yên giştî (Irtiwazî), şênî ava xwe ji sehrîc û bîrên malan digirin.

Kaniya Nebî yek ji gundên herî zêde ji vê aloziyê zirarê dibîne ye, ji bo veguhestina avê ya ji bo gund tenê 3 teraktor hene. Vê salê ji ber barîna baranê ya zêde li nêzî gund derdora 700-800 mitreyan kaniyek derket, lê ava wê ji bo vexwarinê nayê bikaranîn.

Li gundê Dilavê Kera, nêzî 25 malbat hene. Li gund bîreke derveyî yên malan tune ye, ava bîrên malan jî ji bo vexwarinê nabe, şêniyên gund ava xwe ji sehrîc û bîrên ku ji bo vexwarinê nabin digirin. Zehmetiyên şêniyan de werzê havînê de zêdetir dibin. Li gundê Helêq û Kilîçe jî, derdora 15 malbat hene, li van her du deveran heman pirsgirêk tê jiyîn.

ŞÊNÎ DAXWAZA ÇARESERKIRINA ALOZIYA AVÊ DIKIN

Şêniyên ji gundê Kaniya Nebî Selah Seyid Salih dibêje ku ev gelek sal in ew ji ber aloziya avê zehmetiyan dibînin, ji bo dabînkirina pêdiviyên xwe sehrîcan bikartînin, ji bo veguhestina avê 3 terektorên wan hene.

Selah Salih diyar kir ku wan salên borî ji bo vê aloziyê serdana aliyên peywendîdar, ji wan Şaredariya Mustefawiyê û Saziya Avê ya Girkê Legê kirine, lê ev alozî heta niha berdewam dike.

Şêniyê bi navê Mihemed Mihemed da zanîn ku aloziya avê zehmetiyên mezin ji bo şêniyan çê dike, divê bîreke giştî ji bo dabînkirina jêdereke sabit a ava vexwarinê bê kolandin. Şênî ji bo destekdayînê û projeyên ku vê pirsgirêkê çareser dike, amadeye ku piştgiriyê pêşkêş bike.

Muxtarê gundê Dilavê Kera Şefîq Hisên Ferho destnîşan kir ku li gund bîreke giştî tune ye ku xelk ava xwe jê bigirin, şênî ava xwe ji sehrîc û bîrên avê yên malan, ên ku ji vexwarinê re nabin digire.

Şefîq Ferho da zanîn ku ev alozî di werzê havînê de zêde dibe, daxwaza wan ew e ku bîreke giştî were kolandin, şênî jî li gorî derfetên xwe dikarin bi Saziya Avê û Şaredariya Mustefawiyê re bibin hevkar.

SAZIYA AVÊ PIRSGIRÊKÊ DIŞOPÎNE

Piştî peywendiya bi Şaredariya Mustefawiyê û Saziya Avê ya li Girkê Legê re, Endamê Rêveberiya Saziya Avê ya Bajarê Girkê Legê Îsam Mihemed diyar kir ku Şaredariya Mustefawiyê ev proje ji Yekîtiya Şaredariya re şand, Daîreya Avê jî ji bo çareserkirina pirsgirêkê projeyek şandiye.

Mihemed destnîşan kir ku wê Saziya Avê ji bo çareserkirina pirsgirêka avê li her çar gundan piştî dabînkirina budçeya pêwîst, destekê bide. Ew ê pirsgirêkê bişopînin û ji bo dîtina çareseriyekê bixebitin.

(sb)

ANHA