Jinên ji Girkê Legê : Zimanê Kurdî nasnameya gelekî û mafekî destûrî ye

Jinên ji bajarê Girkê Legê diyar kir ku zimanê Kurdî temsîla cewherê nasname û aîdetbûnê dike, divê bi fermî were naskirin û di destûra nû ya Sûriyeyê de were tesbîtkirin ku mafê nifşan di fêrbûnê û parastina çandê de garantî bike.

Jinên ji Girkê Legê  : Zimanê Kurdî nasnameya gelekî û mafekî destûrî ye
8 gulan, 2026   04:50
QAMIŞLO
ROHAT XELEF

Di demekê de ku nîqaş li ser gelek mijarên têkildarî pêvajoya entegrasyonê ya li gorî peymana 29'ê Çileyê berdewam dikin, mijara naskirina zimanê Kurdî wekî yek ji mijarên herî berbiçav derdikeve pêş. Ji bo vê, daxwazên ji bo naskirina fermî ya zimanê kurdî û misogerkirina bikaranîna wê di saziyên perwerdehî û fermî de zêde bûne.

Girêdayî mijarê, hejmarek jinên ji bajarê Girkê Legê ji ajansa me re axivîn. Mehabat Mistefa diyar kir ku zimanê Kurdî ne tenê wesîleyek navgînê ye lê bîrdana nifşan û nasnameya ku dev jê nayê berdan e. Mehrûmkirina zarokan ji fêrbûna zimanê xwe yê dayikê valahiyekê di avakirina kesayet û çanda wan de çêdike.

Mehabat anî ziman ku naskirina zimanê Kurdî di destûra nû ya Sûriyeyê de pêwîstiyek e ku nayê paşguhkirin û got: "Paşguhkirina vî mafî paşguhkirina beşek bingehîn ji civakê ye. Gelê Kurd bi tu destûrê ku zimanê wî garantî neke qebûl nake. Ji ber ku ziman li gorî wî ne tenê wesîleya navgîniyê ye lê bingeha aîdetbûn û hebûnê ye."

Xalîse Xelef diyar kir ku tesbîtkirina zimanê Kurdî di destûra nû de gaveke bingehîn a ber bi pêkanîna edaletê di anva pêkhateyên civaka Sûriyeyê de ye.

Xalîse got: "Zimanê Kurdî beşek ji hebûna gelê Kurd e û ji nasnameya wî nayê cudakirin. Naskirina wî bi fermî di vê qonaxê de gaveke pêwîst e. Ji ber ku tesbîtkirina wî di destûrê de mafê nifşên bê di fêrbûna zimanê dayikê de garantî dike û derfeta mezinbûnê di jîngeheke rêzê li çanda wan digire dide zarokan."

Hekmiye Ehmed jî anî ziman ku "Ji bo wan zimanê Kurdî ne navgîniyeke axaftinê ye, lê bingeha aîdetbûn û nasnameya ku wan bi xak û dîrokê ve girê dide ye. Paşguhkirina ziman an jî danîna wî li derveyî naskirina fermî nayê qebûlkirin. Ji ber ku ji mafê her gelekî wekî gelên dîtir e ku bi zimanê xwe fêr bibe û bixwîne. Ji lew re divê zimanê Kurdî were naskirin û di destûra nû ya Sûriyeyê de were tesbîtkirin ku ev maf bi awayekî mayînde were misogerkirin."

(fr)

ANHA