Perwedeyên havînê yên zarokan dest pê dikin

Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mazopotamiyayê (TEV-ÇAND) ku sîwaneya navendên çand û hunerê yên Rojava ye, dest bi perwerdeyên havînê yên ji bo zarokan kir.

Perwedeyên havînê yên zarokan dest pê dikin
8 gulan, 2026   06:40
QAMIŞLO

Perwerdeyên zarokan yên havînê ji aliyê TEV-ÇAND`ê ve her sal di demsala havînê de tên dayîn.

Navendên çand û hunerê yên bajaran ên girêdayî TEV-ÇAND`ê piştî bi dawîbûna sala perwedeyê plansaziya ji bo zarokan amade dikin.

Perwedeyên havînê meha Hezîranê destpêdike heta dawiya meha Îlonê didomin. Di perwedeyan de dersên mûzîk, govend, şêwekarî û şano tên dayîn. Perwerdeya ku her sal bi nanvekî hevpar tê dayîn, 2025` an bi navê “Zarhunera Havînê” hatibû organizekirin. Heta niha bi sedan zarok hatine perwede kirin û tevlî komên hunerî bûne.

Di çarçoveya plansaziya havîna 2026`an de, Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle (Dêrik), Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran (Rimêlan), Navenda Çand û Hunerê ya Hêzil (Tirbespiyê), Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo (Qamişlo), Navenda Çand û Hunerê ya Hûrî (Amûdê), Navenda Çand û Hunerê ya Dirbêsiyê, Navenda Çand û Hunerê ya Til Temir, Navenda Çand û Hunerê ya Xabûr (Hesekê), Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido (Kobanê) dest bi amadekariyan kirin.

Li her navendekê serlêdana malbatên ku zarokên xwe tînin, tê qebûl kirin û navên zarokan tên nivîsan din. Li gorî beşên hunerî komên zarokan tên diyar kirin.

Piştî ku dibistan ketin betlaneya havînê wê perwedeyên hunerî dest pê bikin.

LI QAMIŞLO DEST PÊ KIR

Li dibistanên bajarê Qamişlo koçberên ji Efrîn, şehba û Helebê hatine bicihkirin, lewma perwedeya dibistanan hatiye sekinandin.

Ji ber vê yekê bernameya çand û hunerê ya ji bo zarokan ji bajarên din zûtir dest pê kiriye.

Li gorî agahiyên ku Hevseroka Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo Hayistan Xelef dane ANHA` yê , bername di meha Nîsanê de dest pê kir.

Zarokên ku tevlî perwedeyan dibin di navbera 5-17 saliyê de ne. Her wiha ciwan jî tevlî perwedetan dibin.

Bi giştî 175 zarok tevlî dersan dibin, ji van 100 li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed şêxo, 55 li bajaroka Girbawî û 20 jî li taxa Aşûriyê tên perwerdekirin.

Di perwedeyan dersên wekî; tembûr, gîtar, govend, şano, wêne û hwd. tên dayîn

Rojên perwedeyê ji bo her beşekê cuda hatine diyar kirin. Navenda çand û hunerê zarokan ji malê tîne cihê perwedeyê û piştre dîsa vedigerîne malê.

(fk-a)

ANHA