Li Helebê gef li Kurdan tên xwarin

Li Helebê gef li Kurdan tên xwarin ku kesên sembolên kurdî bi kar bînin, dê werin kuştin.

Li Helebê gef li Kurdan tên xwarin
11 nîsan, 2026   13:15
HELEB

Li gorî agahiyên ku xwendekarên Zanîngeha Helebê ji ajansa me re ragihandine, ji ber ku zincîrên ala kurdî li ser bi wan re bûne, komeke çekdar gefa kuştinê li wan xwariye.

Xwendekaran diyar kir ku bûyer duh li herêma Cebanat a beşa rojhilat a taxa Şêxmeqsûdê rû da, dema ku komên çekdar ên hikumeta demkî ya Sûriyeyê ala kurdî rakir.

Ciwanekî der barê bûyerê de destnîşan kir ku dema li herêmê digeriyan, çekdarekî bi cilên sivîl rêya wan girt û zincîra ala kurdî li ser a di stûyî wî de qetand, piştre pê li zincîrê kir, gotinên xirab jê re kirin û gefa kuştinê lê xwar.

Hêzên hikumeta demkê li taxa Şêxmeqsûdê jinek û 4 ciwan dema ku ala kurdî li taxê hildabû, girtibûn.

(bb)

ANHA