Jinan cezayê li ser Çîçek Kobanê şermezar kir

Jinan li bajarê Girkê Legê cezayê ku li Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Çîçek Kobanê hatiye birîn şermezar kirin û ew wekî binpêkirina edalet û qanûna navneteweyî bi nav kirin. jinn ji rêxistinên mafên mirovan û mirovî, û her weha Neteweyên Yekbûyî xwest ku mudaxele bikin da ku cezayê were betalkirin û ew were serbestberdan.

Jinan cezayê li ser Çîçek Kobanê şermezar kir
2 tebax, 2026   10:36
QAMIŞLO

Dadgehên Tirkiyê di 24`ê Tîrmeha 2026`an cezayê girtina hetahetayê li şervana YPJ`ê Darçîn, ku bi navê Çîçek Kobanê tê nasîn, birîn. Ev yek bû sedema nerazîbûnek berfireh. Çîçek, ku wekî xebatkarek bijîşkî bi YPJ`ê dixebitî, di dema êrişa Tirkiyê ya li ser bajarê Girê Spî di sala 2019`an de birîndar bû û hat girtin, paşê bi awayekî neqanûnî ji bo Tirkiyeyê hat veguheztin.

Şêniya bi navê Firyal Osê ji Girkê Legê diyar kir ku cezayê li dijî Çîçek Kobanê neheq bû û ti bingehek wê ya qanûnî tune bû. Firyal rave kir ku Çîçek beşek ji tîma bijîşkî ya YPJ`ê bû û di dema şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê de beşdarî parastina bajarê xwe bû.

Firyal diyar kir ku darizandin û heqê muebbetê yê Çîçek pîvanên qanûnî û mirovî binpê kirin.

Şêniya  bi navê Xalîsa Xelef got ku dewleta Tirk dibje ku piştgiriyê dide aştiyê, lê li dijî şervanên jin ên ku li dijî çeteyên DAIŞ'ê têkoşiyne cezayên hetahetayê dide.

Xalîse wiha dewam kir, "Cezayê ku li dijî Çîçek Kobanê hatiye dayîn di çarçoveya hedefgirtina jinên Kurd ên ku herêmên xwe ji terorîzmê parastine de ye."

Şêniya bi navê Ferîde Derwîş diyar kir ku cezayê hetahetayê yê li dijî Çîçek Kobanê nayê qebûlkirin ji ber ku ew yek ji wan kesan bû ku li eniyên pêş ên li dijî DAIŞ'ê sekinîbûn û ji bo parastina gel û herêma xwe fedakarî kirin.

Ferîde di dawiyê de got ku "berdana Çîçek Kobanê û betalkirina cezayê li dijî wê gaveke girîng e ji bo pêkanîna edaletê ji bo kesên ku di şerê li dijî terorîzmê de fedakarî kirine."

(k)

ANHA