Di êrîşên Îsraîlê de herî kêm 8 kesan jiyana xwe ji dest da

Di êrişên hewayî yên Îsraîlê de ku nîvê şevê li Şerîda Xezeyê kir, herî kêm 8 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Di êrîşên Îsraîlê de herî kêm 8 kesan jiyana xwe ji dest da
2 tebax, 2026   11:59
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî tîmên Parastina Sivîl a Fîlîstînê, êriş li hemberî avahiyên li herêmên cuda yên Xezeyê hate kirin.

Di êrişa hewayî ya li sera daîreyeke li Deyr el-Belahê de jinek û mêrek mirin, gelek kes jî birîndar bûn.

Li herêma kevn a bajarê Xezeyê di êrişê de kesek mir. Li Xan Yûnisê di êrişa li ser malekê de yek jê zarok 3 kesan jiyana xwe ji dast dan.

Hate ragihandin ku di êrişên roja Şemiyê de 8 kesan jiyanra xwe ji dest dan.

Her wiha li gorî peymana ku bi pêşengiya Serokê DYA'yê ji aliyê "Konseya Aştiyê" ve hate ragihandin, divê Îsraîl û Hamas operasyonên xwe yên leşkerî rawestînin, hêzên Îsraîlê qonax bi qonax xwe ji Xezeyê vekişînin û komên çekdar bêne tasfiyekirin. Hamasê peyman piştrast kir, lê belê hikumeta Îsraîlê hîn jî daxuyaniyeke fermî nedaye.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê diyar kir ku meha Tîrmehê 152 kes hatin kuştin.