Jinan bandorên şer û koçberiyê vegotin

Di çarçoveya çalakiyên 25′ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan de, Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) paneleke li dar xist.

Jinan bandorên şer û koçberiyê vegotin
Jinan bandorên şer û koçberiyê vegotin
Jinan bandorên şer û koçberiyê vegotin
Jinan bandorên şer û koçberiyê vegotin
Jinan bandorên şer û koçberiyê vegotin
Jinan bandorên şer û koçberiyê vegotin
Jinan bandorên şer û koçberiyê vegotin
Jinan bandorên şer û koçberiyê vegotin
Jinan bandorên şer û koçberiyê vegotin
Jinan bandorên şer û koçberiyê vegotin
Jinan bandorên şer û koçberiyê vegotin
Jinan bandorên şer û koçberiyê vegotin
9 mijdar 2023   17:50
HELEB

Panel li hola civînan a MSD'ê ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi navê "Jina sûriyeyî di navbera tundiya şer û penaberiyê de" hat lidarxistin. Bi dehan endamên partiyên siyasî, sivîl û rêxistinên jinan beşdar bûn.

Endama Nivîsgeha Têkiliyan a MSD'ê Zeyneb Qenber got: "Avakirina civakê bi hêza jinên afirîner ve girêdayî ye û ev jî di dîrokê de hatiye piştrastkirin."

Zeyneb Qenber anî ziman ku ya xwişkên Mîrabel kirin, ji bo hemû jinên cîhanê şoreşek li dijî zilm û neheqiyê tê dîtin û ′′Roja qetilkirina wan bû roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan ku jinên cîhanê weke roja bîranînê dibînin da ku mafên xwe bi dest bixin.′′

Piştre, endama Nivîsgeha Jinan a MSD'ê Îman Elo mijara panelê ya li ser şêweyên tundiya derûnî û bedenî yên li ser bingeha zayendperestiyê vegot. Îman Elo bîlançoya tundiya li ser jinan ên li ser asta cîhanê vegot, her wiha rêbazên îdeolojîk ên rêgirtina li ber tundiyê destnîşan kir.

Endama Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê Xalîde Silêman got: "Di dema şer de exlaq tune dibin û tiştê ku li ser gelê Sûriyeyê wek revandin û hedefgirtinan derbas bûye yek ji sûcên şer ên herî mezin e."

′DÎMENÊN JINÊN REVANDÎ DI BÎRA ME DE MANE′

Xalîde Silêman wiha domand: "Yek ji sûcên herî zêde ku li dijî jinan hatine pêkanîn ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li Efrîna dagirkirî ne, dîmenên revandina jinên Kurd û veşartina wan di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker di bîra me de mane."

Mamoste Kefa Xilo ku yek ji kesayetên serbixwe ye wiha axivî: "Pergalên desthilatdar piştî kontrolkirinê minhacên perwerdehiyê li ser bingeha biçûkxistina jinan danîn ku armanca wan çandina vî fikrî û belavkirina zayendperestiyê ye, ji ber wê jî pêwîstî bi avakirina nifşekî zana ku rêzê ji azadiya jinan re bigire heye."

′YPJ'Ê TOL HILANÎ′

Rêvebera Nivîsgeha Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Sena Mihemed Elî destnîşan kir ku jinên Kurd xwe di qadên leşkerî, siyasî û aborî de îsbat kir û bi rêya destkeftiyên ku Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi dest xistine tola xwe ji her kesê terorîst wek çeteyên DAIŞ'ê ku dixwestin îradeya jinan têk bibin, hilda.

Di dawiya panelê de li dijî hişmendiya baviksalariyê û ji bo û xurtkirina hevkariya di navbera rêxistinên jinan de banga xurtkirina têkoşînê hate kirin.

(mh)

ANHA