Pirsgirêkên ciwanan û rêbazên çareserkirinê nîqaş kirin

Li Tebqayê rola ciwanan di civakê de, çawaniya pêşxistina wan û çareserkirina pirsgirêkên wan hatin nîqaşkirin.

9 mijdar, 2023   18:16
TEBQA

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê bi sernavê ′′Em ê bi rêbazên sosyolojiya azadiyê pirsgirêkên ciwanan çareser bikin′  forumeke diyalogna li Tebqayê li dar xist. Di forumê de bi dehan ciwanên bajêr, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqa, endamên Partiya Sûriya Pêşerojê û Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya beşdar bûn.

Forum bi axaftina endama Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Şeza El Hisên dest pê kir. Şeza bal kişand ser pêngava cîhanê ya bi diruşma ′′Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî′′ û got tevlêbûna ciwanan li pêngavê xwedî girîngiyeke mezin e  û asta bandorbûna ciwanan bi fikrên Rêber Abdullah Ocalan nîşan dide.

Di forumê de 3 mijar; zewicandina zarokan,  madeyên hişbirê û koçberî hatin nîqaşkirin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên ciwanan jî çareserî hatin pêşkêşkirin.

Endama rêveber a Meclisa Werzîşê ya herêma Tebqayê Seca Ayid mijara yekemîn a forumê ya li ser zewicandina zarokan bi rêve bir. Seca behsa xeterî û pirsgirêkên zewicandina zarokan li ser malbatê û civakê kir. Her wiha hin têgehên şaş ên li ser jinan hatine ferzkirin û hêmanên kesên hincetan dikin ku reftarên xwe rewa bikin aşkera kirin.

Ji rêveberên  Saziya Têkoşîna Li Dijî Madeyên Hişbirê ya girêdayê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Tebqayê Wîsam El Hisên mijarên çawaniya belavkirina madeyên hişbirê di nava ciwanan de, ziyanên madeyên hişbirê li ser civakê bi giştî û ciwanan bi taybet, her wiha armanca belavkirina van madeyan şîrove kir.

Beşdaran rêbazên parastina ciwanan ji van madeyan û çawaniya dermankirina bikarhênerên wan destnîşan kirin.

Di mijara sêyemîn de, berdevka Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê Şeza El Elî şêweyên koçberî, cûreyên wê, sedemên koçberiyê û rêbazên rêgirtina li pêşiya koçberiyê diyar kirin.

Forum bi van pêşniyaran bi dawî bû; divê komeleyên piştgiriyê didin ciwanan werin pêşxistin, divê rêxistinên ku piştgiriyê didin proje û behreyên ciwanan werin pêşxistin,  panel û çalakiyên têkildarî ciwanan werin zêdekirin, pêngavên ragihandin û hişyarkirinê werin zêdekirin,  ji bo rêgirtina li ber diyaredeya madeyên hişbirên piştgirî bi navendên tenduristiyê û yên elaqeya dirûnî re were kirin, ji bo rê li ber madeyên hişbirê were girtin divê koordîne û tevkarî di navbera komîn û şêniyan de were xurtkirin, der barê zewicandina zarokan de divê pêngavên hişyarkirinê werin zêdekirin û qanûna malbatê were aktîfkirin.

(fr)

ANHA