Ji YCWK'ê çalakiyên ji bo li Colemêrgê

Yekîtiya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê (YCWK) ragihand ku li navçeya Gebze ya Kocaeliyê ya Tirkiyê agir berdaye 5 otobusan ku li Colemêrgê li hemberî biryara qeyûm.

Ji YCWK'ê çalakiyên ji bo li Colemêrgê
6 hezîran, 2024   13:04
NAVENDA NÛÇEYAN 

Di daxuyaniya YCWK'ê de hate gotin, "Di çarçoveya pêngava 'Em bi têkoşînê re bibin yek, bi Rêber Apo re azad bibin' li Parka Eşref Bîtlîs a li Kocaelî-Gebzeyê agir bi 5 otobusên fîrma tûrîzmê ya faşîstan hate xistin. 

YCWK’ê di daxuyaniya xwe da bang li ciwanên Kurdistanê û Tirkiyeyê kir ku tevlî nava refên YCWK'ê bibin.

YCWK'ê diyar kir ku di çarçoveya heman pêngavê de êvara 5'ê Hezîranê li gelek nuqteyên Colemêrgê li dijî biryara qeyûm çalakî kirine û got, "Di çalakiyan de yekîneyên me bi kevir, molotof û fîşekên hewayî bersiv dan polîsan. Li dijî her cûre êrişên li ser gelê Kurd em ê li qadan bin, em bang li ciwanên Kurdistanê yên welatparêz dikin ku li kolanan li ber xwe bidin."