Ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re serlêdan hate kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re serlêdan hate kirin
6 hezîran, 2024   12:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Raziya Ozturk, Faîk Ozgur Erol û Mazlum Dînç ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re pêk bînin  serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

heman demê parêzeran ji bo hevdîtina bi girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li serdozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.

Hêjayî gotinêye ku mafê hevdîtinê yê Rêber Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din ên bi malbat û parêzeran re bi hincetên “cezayên disiplînê” tên astengkirin.

Serdozgeriya Komara Înfazê ya Bûrsayê bi periyodên 6 mehan carekî hevtinan bi hinceta “cezayên disiplînê” asteng dike.