Jinên ji Siwêydayê li dijî êrişan li eniyên pêş in

Piştî êrişên hovane yên li dijî Siwêda û gundewarê wê jinên Siwêydayê jî bajar û kolanên xwe diparêzin.

Jinên ji Siwêydayê li dijî êrişan li eniyên pêş in
23 tîrmeh, 2025   13:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakvanan li ser medyaya dîjîtal dîmenên ji Siwêdayê ku jinan çek hilgirtine, parve kirin. Ev yek piştî êrişên hovane yên li dijî bajêr û gundewarên Siwêdayê pêk hat.

Di dîmenekê de xuya dibe ku komeke jinên ciwan rahiştine çekan û rextên leşkerî li xwe kirine. Di dîmeneke din de jî diyar dibe ku jineke ciwan çek hilgirtiye û li kolaneke bajêr digere û di dîmeneke din de jî hin jin sekinîne û li kêleka wan çek hene.

Ev dîmen piştî çekdarên girêdayî hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê êrişî Siwêdayê kir, belav bûn. Li gorî bîlançoya dawîn a Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di encama êrişan de hezar û 311 kes hatine kuştin.

Piştî agahiyên têkildarî revandina bi dehan jinan, metirsiyên mezin çêbûn.

Ajansa me lîsteya navên 70 jinan û zarokekê ku têkilî bi wan re qut bûye yan jî li Siwêdayê hatine revandin, parve kiribû. Lê çavkaniyên meydanî diyar dikin ku hejmara rastîn zêdetir e.

(fr)

ANHA