Ji Koşka Spî daxuyaniya der barê Sûriyeyê de

Koşka Spî ragihand ku DYAˈyê ji nêzî ve rewşa Sûriyeyê dişopîne û diyar kir ku dê parastina baregehên leşkerî yên amerîkayê yên li Sûriyeyê bidomîne.

Ji Koşka Spî daxuyaniya der barê Sûriyeyê de
1 kanûn, 2024   09:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Konseya Ewlekariyê ya Koşka Spî Sean Savitt îro der barê geşedanên li Sûriyeyê daxuyaniyek da. 

Sean Savitt di daxuyaniyê de diyar kir ku DYAˈyê ji nêzîk ve rewşa Sûriyê dişopîne û got: "Amerîka di 48 saetên dawî de peywendî bi paytextên herêmî re kir."

Sean Savitt anî ziman ku tu "têkiliya DYAˈyê bi êrişa Heyet Tehrîrî El Şam re nin e, ew rêxistineke terorîst e."

Berdevk ji hevalbendên xwe xwest ku şer rawestînin û sivîl û kêmneteweyan biparêzin û got "Pêwîstiya Sûriyeyê bi çareseriyeke siyasî ya li gorî biryara Konseya Ewlekariyê ya NYˈyê heye."

Berdevkê Konseya Ewlekariyê ya Koşka Spî Sean Savitt di dawiyê de got "Em ê parastina tevahî amerîkî û baregehên leşkerî yên Amerîkayê bidomînin da ku DAIŞˈê carek din li Sûriyeyê dernekeve."

(bb)