Komkara Erebî: Divê rêz li yekgirtina xaka Sûriyeyê bê girtin

Komkara Erebî  diyar kir ku divê rêz li yekitî û serweriya xaka Sûriyeyê bê girtin.

Komkara Erebî: Divê rêz li yekgirtina xaka Sûriyeyê bê girtin
1 kanûn, 2024   10:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Komkara Erebî têkildarî geşedanên li Sûriyeyê, êrişên çeteyên Heyet Tehrîr El Şam ên li ser Heleb û gundewarê Hemayê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Komkara Dewletên Erebî bi dilgiranî geşedanên meydanî yên li Sûriyeyê dişopîne û teqez dike ku divê rêz li yekitî, serwerî û silametiya erdên Komkara Erebî ya Sûriyeyê bê girtin."

Di daxuyaniyê de îşaret bi vê yekê hate kirin ku Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû El Xeyt dilgiraniya xwe "ji ber geşedanên ev çend roj in li welat rû didin û bandorên wan li ser sivîlan anî ziman. Dibe ku ev geşedan rê li ber tevliheviyê veke ku komên terorîst ji bo domandina çalakiyên xwe bi kar bînin."

 (bb)