Ji HPJ’ê peyama 8’ê Adarê

Fermandariya Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) bi daxuyaniyekê 8’ê Adarê Roja Cinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kir û got: Ji niha de li hemû deverên jiyanê nimûneyên heyî mizgînîya bihara jinan û gelan dide.”

Ji HPJ’ê peyama 8’ê Adarê
7 adar, 2024   14:11
Navenda Nûçeyan

Fermandariya Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistanê HPJ’ê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi daxuyaniyekê bal kişand ser girîngiya tekoşîna jinan ya li seranserê cîhanê û got: “Em 8’ê Adarê li Rêberê Neteweya Demokratîk, Rêber Apo pîroz dikin.

Berdewamiya daxuyaniya HPJ’ê wihaye:

“Di roja me de tekoşîna azadiya jinan pêşengtiya hemû şoreşên cîhanê bi azwerî dide meşandin û dîrokê ji nû ve dide nivîsandin. Ev tekoşîn pergala hezar salan a baviksalariyê di şexsê zilamên nûnertiya Mardûkên hemdem dikin de, dihejîne. Diyar e wekî Rêber Apo jî gotibû; ‘Ev sedsal wê bibe sedsala têkoşîna jinan’. Ji niha de li hemû deverên jiyanê nimûneyên heyî mizgînîya bihara jinan û gelan dide. Jinan ji hemû deman bêhtir hay ji nasnameya xwe heye û di her qadên tekoşînê de bi rengê xwe cih digirin û pêşiya hemû cure koletiyê, bi îradeyeke bêhempa radiwestin.

Divê li hemû qadan parastina jinan bê misogerkirin

Em weke jinên vê erdnîgariyê xwedî mîrateyeke giranbiha ne. Ji Qedemxêran heta Zarîfeyan, ji Leyla Qasiman heta Sakîne Cansizan û Şîrîn Elemhûriyan dîroka me di her kêliyê de bi şer û tekoşînê hatiye hûnandin. Jinên ku ev rastî pejirandine, îro pêşeroja xwe di parastina van nirxan de dibîne û ji bo vê rêxistinbûna xwe geştir û firehtir dike. Bê guman ji bo vê destpêkê pêwîstî heye ku li hemû qadan parastina jinan bê misogerkirin û li hemberî hemû êrîşên Modernîteya Kapîtalîst ku ji xeynî serweriya mêr û qirkirina jinan tiştekî din ji mirovahiyê rewa nabîne, tekoşîn were berfirehtirkirin.

Em bawer dikin ku di vê 8’ê Adarê de jî hemû jinên Kurdîstan û cîhanê wê bi rengê biharê biherikin kolanan û bi yek rih û bi yek deng israra xwe ya şoreşa jinan bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ hemû rojan veguherîne 8’ê Adarê.”