Ji Efrîn heta Tebqayê malbata Reşo dermankirina alternatîf dike

Malbata Reşo ya li Tebqayê bi cih bûye, pîşeya bijîşkiye alternatîf û dermankirina bi giyayan ji bav û kalan wergirtiye û heta roja îro aniye. 

23 hezîran, 2025   07:35
TABQA

Nêzî 100 salan e, malbata Reşo karê bijîşkiya alternatîf dike. Malbatê ev pîşe ji Efrînê anî bajarê Tebqayê û bûye cihê baweriya xelkê. 

Malbat di warê dermanên alternatîf û dermankirina bi giyayan de xwediyê ezmûneke dirêj e, beriya 100 salan dema ku hîn malbat li Efrînê dijiya, ev pîşe ji bav û kalan wergirtiye. Di salên 1980`an de malbat hate bajarê Tebqayê û li wir li mala xwe karê dermankirinê berdewam kir. ji ber jêhatîbûna wan û ezmûna wan a dirêj, bû cihê baweriya xelkên ji deverên cuda yên Sûriyeyê.

Bekir Ebdo Reşo ev 50 sal e li Tebqayê dijî, diyar dike ku wî ev pîşe ji bav û kalên xwe wergirtiye û wiha dibêje: "Berî 30 salan min li kêleka bavê xwe dest bi vê pîşeyê kir. Ez ji wî fêr bûm. Niha jî ez ê kurekî xwe fêr dikim. Min ji bav û kalên xwe wergirt. Ez ê bidim zarok û neviyên xwe. Em bi piranî nexweşiyên hestiyan ên mîna disk, hestiyên piştê û sukurê derman dikin.”

Reşo diyar kir ku nexweş ji gelek deverên Sûriyê tên ba wî, ji Dêrazorê, Şam, Hemayê û deverên din ên Sûriyeyê. Reşo da zanîn ji ber kêm kes pîşeya dermankirina alterntîf dikin, lewma pir kes ji deverên dûr tên ba wan.

Reşo bûyerek di sala 1998`an de pê re derbas bûye tîne bîra xwe, wê demê bavê wî pisporekî Rûsî ku li Bendava Firatê dixebitî derman dikir, lewma wî kesî ji konsulê Rûsyayê yê li Helebê re behsa bavê Reşo kir û bavê Reşo kunsul jî derman kir.

Malbat ji bo çêkirina dermanan gelek cureyên giyayan bi kar tîne, weke rozmarî, pelên eucalyptusê, pelên xarê, sidir, kermî û xurmeyan. Piraniya van giyayan li baxçeyê malê têne çandin, yên din ji çolê peyda dike yan jî ji etaran dikire. Malbat ji bo dermankirina nexweşiyên din, wek bewasîrê jî, derman çêkiriye.

Dermankirina bi giyayan ji dermanên kîmyewî bêhtir ewle ye û bandorên wê yên neyênî kêmtir in.

Raşo der barê mijarê de got: "Em ne di warê aborî de barê nexweşan giran dikin, ne jî tenduristiya wan dixin xeteriyê, lê em di wê baweriyê de ne ku pisporî girîng e. Ev pîşe ne tenê ji bo qezencê ye, her wiha karekî mirovî ye. "

Di pêvajoya 50 salan de, malbata Reşo li mala xwe ya li bajarê Reqayê pêşwaziya nexweşan dike, îro ew yek ji malbatên herî kevin e ku karê dermankirina alternatîf dike.

(k)

ANHA