Parêzer: Ji bo azadiya Rêber Apo divê gavên destûrî û qanûnî bên avêtin

Hevserokê Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan parêzer Mihemed Emîn El Neîmî da zanîn ku ji bo serkeftina banga aştiyê divê hin gavên destûrî û qanûnî yên rast ji hêla Tirkiyê ve bêne avêtin. El Neîmî diyar kir ku ew ê hewldanên xwe yên ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bikin.

Parêzer: Ji bo azadiya Rêber Apo divê gavên destûrî û qanûnî bên avêtin
23 hezîran, 2025   03:45
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Dewleta Tirk a dagirker polîtîkayên xwe yên derengxistin û astengkirinê yên têkildarî banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, didomîne, tevî ku ev bang li herêmê û cîhanê bi awayekî berfereh hatiye pêşwazîkirin.

El Neîmî da zanîn ku hevdîtinên heta niha bi Rêber Abdullah Ocalan re hatine kirin, tenê di çarçovaya siyasî û malbatî de ne, lê ji bo bersivdayîna banga aştiyê divê hin gavên berfireh ên zagonî, leşkerî û aborî werin avêtin. Her wiha bal kişand ser wê yekê ku Tirkiye hewl dide vê bangê di çarçoveyên teng de sînordar bike da ku wê ji naveroka wê ya rastîn vala bike.

El Neîmî diyar ku israra dewleta Tirk a dagirker a ji bo pêşîgirtina li hevdîtinên hiqûqî bi Rêber Abdullah Ocalan re, hewldaneke bo lewazkirina banga aştiyê û berdewam hişmendiya otorîter a ku çareseriyên demokratîk red dike ye. Her wiha destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan rêberekî navneteweyî ye û divê derfet bê dayîn ku komîteyên mafên mirovan bi wî re hevdîtinê pêk bînin û ji bo azadiya wî fîzîkî bixebitin. Ji ber ev yek ji bo serkeftina bang aştiyê şertekî bingehîn e.

El Naîmî her wiha destnîşan kir ku Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo azadiya Rêbertî tevî hemû astengiyên dewleta Tirk jî, dê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîna xwe dewam bike.

El Neîmî got ku ew hewl didin çarçoveya xebatên xwe fereh û bi hevkariya kampanyaya "Ez Dixwazim Bi Abdullah Ocalan re Hevdîtinê bikim" xebatên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bihêztir bibin.

Her wiha El Neîmî diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ne tenê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, lê di heman demê de ji bo çareserkirina pirsgirêkên hemû gel û civakên herêmê tê dikoşe.

El Neîmî di dawiya axaftina xwe de bang li dewleta Tirk kir ku ji bo çareseriya demokratîk gavên pratîk biavêje, di serî de azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, guhertina destûra bingehîn a Tirkiyeyê, sererastkirina qanûnên têkoşîna li dijî terorê, berdana bi hezaran girtiyên siyasî.

El Neîmî her wiha bang li rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan kir ku erk û berpirsyariyên xwe pêk bînin û zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin da ku pêşvajoy aştiyê bi ser bike rê li ber  şer û rijandina xwînê were girtin.

(k)

ANHA