Li Şamê ji bo temamkirina pêkanîna Peymana 29`ê Çileyê civîn tên lidarxistin

Li Şamê di navbera fermandarên ewlehiyê yên Parêzgeha Hesekê û berpirsên Hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê de temamkirina pêkanîna pêvajoya entegrasyona saziyan li gorî Peymana 29`ê Çileyê berdewam dikin.

Li Şamê ji bo temamkirina pêkanîna Peymana 29`ê Çileyê civîn tên lidarxistin
25 tebax, 2026   11:36
ŞAM

Li Şamê civînek di navbera fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn yên Parêzgeha Hesekê û berpirsên Wezareta Karên Hundirîn a hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê tê lidarxistin. Ev civîn beşek ji pêvajoya temamkirina gavên pratîkî yên entegrasyonê ne. 

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve, Îlham Ehmed û Fermandarê Giştî yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî, duh bi Wezîrê Karên Derve Esed El Şeybanî re civiyan da ku li ser bicîhanîna peymana 29`ê Çileyê û derbasbûna qonaxa nû ya ku ji hêla Ebdî ve hatiye ragihandin, gotûbêj bikin.

Li gorî çavkaniyên di civîna îro de li ser rêziknameyên pêkanînê û destnîşankirina hin fermandarên ji bo erkên li deverên cuda yên Parêzgeha Hesekê, tê gotûbêjkirin. 

Her wiha tê payîn ku civînek din di navbera fermandarên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û serkirdeyên Wezareta Parastinê ya hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê de were lidarxistin.

(k)

ANHA