Ji bo dîtina RêberAbdullah Ocalan serlêdaneke din hate kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi daxwaza hevdîtina li gel Rêberê Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din ên li Îmraliyê serlêdanek nû kirin.
Ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Parêzer Sûzan Akîpa, Îbrahîm Bîlmez, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî ji bo karibin muwekîlên xwe Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li girtîgeha Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bibînin serlêdan kirin.
Ji 25’ê Adara 2021’ê û vir ve bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin.