Ji dayikên gerîlayan li dijî dagirkeriyê banga mezinkirina têkoşînê

Dayikên gerîlayên azadiyê berxwedana zarokên xwe ya li hemberî êrişên dagirkeriyê silav kir û got Kurd şerê hebûnê dikin, divê têkoşîn di hemû qadan de were mezinkirin.

Ji dayikên gerîlayan li dijî dagirkeriyê banga mezinkirina têkoşînê
3 îlon, 2024   04:05
QAMIŞLO
SILAVA EBDUREHMAN

Dayikên gerîlayên HPG û YJA-Starê yên ji Qamişloyê anî ziman ku bêyî berxwedana gel a topyekûn serkeftin pêk nayê. Dayikan got serkeftina ku zarokên wan bi dest dixin, girîngiya berxwedanê ya li hemberî artêşa Tirk a dagirker îsbat dike.

Dayika şehîd Canfeda û gerîlaya YJA-Starê Zîlan Feda, Behiye Sebrî diyar kir ku zarokên wan ên gerîla li çiyayên Kurdistanê li hemberî “Osmaniyan û hêzên PDK’ê” şer dikin.

‘EM DAYIKÊN LEHENGAN IN’

Behiye Sebrî pesnê berxwedana gerîlayan a li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk da û anî ziman ku serkeftin dê para berxwedêran be û got : “Dema em dîmenên çalakiyên YJA-Starê ku li eniyên pêş li baregehên dagirkeran didin bibînin, dilê me şad dibe. Em dayikên gerîlayên leheng in."

Behiye Sebrî bal kişand ser tevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re û ev tişt anî ser ziman: "Xayînên xwe bi erzanî difiroşin dewleta Tirk û şerê zarokên me dikin, bang li Erdogan dikin ku derbasî Başûrê Kurdistanê bibe. Erdogan di her bihosteke xaka Başûr de baregeheke leşkerî ava dike. Ma gelo hêza we heye sibe li hemberî dagirekeriyê bisekinin, an jî hûn dikarin li hemberî wan rabin? Sibe hûn rîca ji zarokên me bikin ku dagirkerên Erdogan ji Başûr derxe."

‘EM BI SERKEFTINÊN GERÎLA KÊFXWEŞ DIBIN’

Dayika gerîlaya şehîd a YJA-Starê Avaşîn, Sûad Silêman anî ziman ku bi vîna gerîlayan serkeftin tên bidestxistin û planên dagirkeriyê tên têkbirin.

Sûadê diyar kir ku ew bi hêza gerîla bawer in ku dê li hemberî astengiyan rabin û serketinê mîsoger bikin û wiha domand: "Zarokên me li çiyayên Kurdistanê li hemberî teknîka leşkerî ya herî pêşketî ya dagirkeran li ber xwe didin û derbên giran li wan dixin. Rojane em bi rêya televîzyonan hejmara kuştiyên leşkerên dagirker dibihîzin. Em bi serketina gerîla kêfxweş dibin."

Sûad Silêman destnîşan kir ku bi hevgirtin û yekitiya gelê Kurdistanê wê planên dewleta Tirk û PDK’ê werin têkbirin.

Dayika gerîlayê HPG’ê Birûsk Qamişlo, Sedîqe Osman jî Erdogan wek "Decalê serdemê" bi nav kir. Sedîqe Osman got, Kurd niha şerê hebûnê dikin. Her wiha destnîşan kir ku  îradeya gelên Kurdistanê mîsogeriya hebûnê ye û bang kir ku di hemû qadan de têkoşînê mezin bikin.

Sedîqe Osman bal kişand ser berxwedna jinên Kurd jî û got: "Li tu welatên cîhanê mîna berxwedana ku jina azad a şervan li çiyayê Kurdistanê dimeşîne nîn e. Berxwedan jinên Kurd di têkoşîna jinan de mînakeke bêhempa ye. Avakirina hêzeke taybet a parastina jinan karekî pîroz e. Têkoşîna şervnan pîroz e, çenda li dijî dijmin wê bi serketinê tacîdar bibe."

(bb)

ANHA