Rêwîtiya koçberê di êrişa dagirkeran de şehîd bû

Hanî El Xelef mîna bi hezaran şêniyên Helebê ji ber şer ji Helebê koçberî kantona Cizîrê bû, lê di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.

Rêwîtiya koçberê di êrişa dagirkeran de şehîd bû
Rêwîtiya koçberê di êrişa dagirkeran de şehîd bû
Rêwîtiya koçberê di êrişa dagirkeran de şehîd bû
Rêwîtiya koçberê di êrişa dagirkeran de şehîd bû
Rêwîtiya koçberê di êrişa dagirkeran de şehîd bû
3 îlon, 2024   05:05
QAMIŞLO
EHMED SEMÎR

Bi destpêka 2012’an re li Helebê şer di navbera komên çete û hêzên hikumeta Şamê de dest pê kiribû. Di encama şer de bi hezaran sûriyeyî hatin kuştin û birîndar bûn û bi hezaran jî koçî deverên ewle kirin.

Hanî Xelef El Xelef (40) ji taxa Helek a bajarê Helebê ye û ew jî mîna bi hezaran kesên din ji ber şerê li bajar koçber bû.

Hanî Xelef El Xelef tevî hevjîna xwe û zarokên xwe Xesan, Meryem û Ridwan li gundê Um Rebî yê bajarê Amûdê yê kantona Cizîrê bi cih dibe ku xalên wî û zarokên xalên wî jî li wî gundî dimînin. Şêniyên gund bêyî berdêl xaniyek da malbata Hanî. Hanî li bajarê Amûdê di kargeha plastîkan de dest bi kar kir û du zarokên wî yên din Rehef û Mihemed çêdibin.

Kurxalê Hanî, Yehya Cafer El Bedr diyar kir ku Hanî ji sala 2012’an ve li gundê Um Rebî dimîne, di kar de xwe bi pêş xist û wek rêveber di kargehê de peywir wergirt.

Hanî 26’ê Tebaxê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.

Yehya Cafer El Bedr li ser taybetmendiyên şehîd Hanî got: "Exlaqê wî xweş bû. Mirovekî dilnizm bû, her tim ji bo jiyaneke birûmet dixebitî. Tevahî şêniyên gund li hemberî wî rêzdar bûn."

Yehya Cafer El Bedr der barê roja şehadeta wî de got: "Roja 29’ê Tebaxê saet 15.30’an Hanî piştî karê xwe qedand û berê xwe da sûka navendî da ku hin pêwîstiyan ji malbata xwe re bikire. Dema vedigeriya gundê Um Rebî (5 km dikeve rojhilatê bajarê Amûdê) li ser rêya Amûdê-Qamişloyê li benda erebeyê bû. Di wê kêliyê de bi balafireke bêmirov a Tirkiyeyê hat hedefkirin û şehîd bû. Di êrişê de welatiyek din jî birîndar bû."

El Bedr anî ziman ku dewleta Tirk welatiyan dike hedef û wiha domand: "Hanî li rizqê xwe digeriya, ji bo debara zarokên xwe, ji bo jiyaneke birûmet ji Helebê koçber kir."

Yehya Cafer El Bedr êrişên dewleta Tirk şermezar kirin û got dewleta Tirk qadên sivîlan dike armanc û got Hanî jî ku nanê zarokên xwe dabîn dikir, di rêya vegera li malê de hat şehîdxistin.

El Bedr diyar kir ku Hanî ne şehîdê yekane yê malbatê ye û ev tişt diyar kir: "Beriya 5 salan wexta DAIŞ êrişî herêma Helebê kir, xwişka wî Seîda hewl da koçî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike ku yên herî ewle ne. Di rêya koçberiyê de ji aliyê DAIŞ’ê ve hat hedefkirin û şehîd bû."

(bb)

ANHA