Rejîma Îranê 6 Kurd binçavkirin

Pêla binçavkirina welatiyên Kurd ya ji aliyê rejîma Îranê ve didome. Hat ragihandin ku di nava hefteyek de 6 welatiyên Kurd li bajarên cûda yên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine binçavkirin û çarenûsa wan nediyare.

Rejîma Îranê 6 Kurd binçavkirin
5 gulan, 2026   12:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera Kolber News di derbarê binçavkirina welatiyên Kurd ya li Rojhilatê Kurdistanê de agahiyan parve kir.

Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku di hefteyek de 6 welatiyên Kurd yên bi navên Manî Ebdulazade, Ebdula Nebîzade, Yusif Kilunkzade, Alan Hikmetîrad, Mamend Xudadadî û Kameran Resûl nejad li bajarên Pîranşar, Seqiz, Urmiye, Şino û Nexede hatine binçavkirin. Ji bo cihek nediyar hatine veguhestin û çarenûsa wan nediyare.

Hatiye gotin ku kesên hatine binçavkirin bêy fermana dadwer, di jêr êşkenceyê de hatine binçavkirin.

Hêjayî gotinê ye ji piştî despêkirina şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê ve, hêzên rejîma Îranê girtin, binçavkirin û bidarvekirina girtiyan zêdetir dkiriye. Heta niha zêdetirî 30 girtiyên siyasî û xwepêşander bidarvekiriye û zêdetirî 4 hezar welatî jî hatine binçavkirin.