′Ji bo şikandina qalibê pergalên kapîtalîst em ê li kêlek jinan bin′

Xelkê Tebqayê ji bo piştgiriya pêngava ′Li dijî her cureyên tundî û dagirkeriyê, Jin, Jiyan, Azadî′ meşeke girseyî li dar xist û di meşê de soza şopandina şehîdan da.

′Ji bo şikandina qalibê pergalên kapîtalîst em ê li kêlek jinan bin′
′Ji bo şikandina qalibê pergalên kapîtalîst em ê li kêlek jinan bin′
′Ji bo şikandina qalibê pergalên kapîtalîst em ê li kêlek jinan bin′
′Ji bo şikandina qalibê pergalên kapîtalîst em ê li kêlek jinan bin′
′Ji bo şikandina qalibê pergalên kapîtalîst em ê li kêlek jinan bin′
′Ji bo şikandina qalibê pergalên kapîtalîst em ê li kêlek jinan bin′
′Ji bo şikandina qalibê pergalên kapîtalîst em ê li kêlek jinan bin′
23 mijdar, 2023   17:55
TEBQA

Bi sedan mêrên Tebqa, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, komîte û nivîsgehên wê, meclisên leşkerî, Partiya Sûriya Pêşerojê, rûspî û şêxên eşîran û tevgerên jinan beşdarî meşê bûn. Meş li pêş avahiya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya dest pê kir.

Li Parka Şehîd Hevrîn Xelef meş vegerî mîtîngê. Li wir li ser navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê hevserokê Meclisa Rêveber Mezlûm Omer axivî û got: "Em îro ji bo pêştigriya pêngava têkoşîna li dijî jinê derketine."

Omer wiha domand: "Jinê gelek destkeftî bi dest xistin û hişt civak bi pêş bikeve. Ji lew re divê civak li kêlek wê bisekine û qalibê pergalên kapîtalîst pêk anîn were şikandin. Em ê piştgiriya wê di tevahî aliyên jiyanê de bikin. Ji ber ku jin stûna piştê ya civakê ye."

Omer di dawiyê de soza şopandina xeta şehîdan ên ku rola xwe di Şoreşa 19′ê Tîrmehê de lîstine, da.

Meş bi diruşmên ′Bijî berxwedana jina azad′ û ′Jin, Jiyan, azadî′ bi dawî bû.

(fr)

ANHA