Ji bo piştgiriya YPJ`ê pêşangehek hat vekirin

Tevgera Hîlala Zêrîn li Dêrikê ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeha tabloyên hunerî li dar xist.

Ji bo piştgiriya YPJ`ê pêşangehek hat vekirin
Ji bo piştgiriya YPJ`ê pêşangehek hat vekirin
Ji bo piştgiriya YPJ`ê pêşangehek hat vekirin
Ji bo piştgiriya YPJ`ê pêşangehek hat vekirin
Ji bo piştgiriya YPJ`ê pêşangehek hat vekirin
22 hezîran, 2026   14:20
QAMIŞLO

Tevgera Hîlala Zêrîn li bajarê Dêrikê ji bo piştgiriya Yekîneyên Parastin Jin (YPJ) li Navenda Dîcle ya Çand û Hunerê pêşangeha tabloyên hunerî li dar xist.

Bi dehan şêniyên bajêr serdana pêşangehê kir. Di pêşangehê de tabloyên hunerî ku berxwedan şervanên YPJ`ê û rola jinan di şoreşa Rojava de nîşan didin, hatin pêşandan.

 Pêşangeh di çarçoveya rêzeçalakiyên bi dirûşma "Em hemû YPJ`ê ne" de li dar ket.

(k)