Parêzgarê Hesekê bi rayedarên beşa çandiniyê yên hikumetê re civiya

Parêzgarê Hesekê Nûreddîn Ehmed îro bi rêveberê giştî yê Banka Çandiniyê ya Sûriyeyê û rêveberê giştî yê Dezgeha Dexlê ya Sûriyeyê re civiya û li ser mekanîzmaya entegrekirina Banka Çandiniyê û aktîfkirina 4 şaxên wê gotûbêj kirin.

Parêzgarê Hesekê bi rayedarên beşa çandiniyê yên hikumetê re civiya
Parêzgarê Hesekê bi rayedarên beşa çandiniyê yên hikumetê re civiya
Parêzgarê Hesekê bi rayedarên beşa çandiniyê yên hikumetê re civiya
Parêzgarê Hesekê bi rayedarên beşa çandiniyê yên hikumetê re civiya
22 hezîran, 2026   14:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzgarê Hesekê Nûreddîn Ehmed, îro bi rêveberê giştî yê Banka Çandiniyê ya Sûriyeyê Ehmed El Zehrî û rêveberê giştî yê Dezgeha Dexlê ya Sûriyeyê re civiya.

Di civînê de li ser gavên têkildarî entegrekirina sektora Banka Çandiniyê ji bo baştirkirina mekanîzmayên peydakirina xizmetên darayî ji cotkaran re, hat gotûbêjkirin.

Di civînê biryar hat dayîn ku 4 şaxên Banka Çandiniyê li bajarên Hesekê, Qamişlo, Dêrik û Amûdê werin vekirin.

(k)