Ji bo namzetiya serokatiya Rûsyayê 16 daxwaz hatine wergirtin

Komîteya Navendî ya Hilbijartinan a Rûsyayê ragihand ku wê 16 daxwazên namzetiyê ji bo hilbijartinên seroketiyê ku dê Adara bê dest pê bikin, wergirtin.

Ji bo namzetiya serokatiya Rûsyayê 16 daxwaz hatine wergirtin
21 kanûn, 2023   22:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Seroka komîteyê Ella Pamfilova di civîneke çapemeniyê de destnîşan kir ku komîteyê 16 daxwazên namzetiyê, ji nav wan daxwaza serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn wergirtin û got li gor texmînên komîteyê hejmar dê zêdetir bibe.

Hilbijartinên seroketiyê yên bê li hember Pûtîn qonaxeke nû ye ku di wîlayeteke din de bimîne. Ji berk u welatê wî li ser paşxaneya şerê li dijî Ukraynayê gelek êş kişandin û heta niha hêzên Rûsyayê tu serkeftinên berbiçav bi dest nexistine.

(mh)