Ji ber dorpêçê ji sedî 40’ê kargehên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatine girtin

Dorpêça li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bûye sedema rawestandina nêzî ji sedî 40’ê kargehên pîşesaziyê. Ji bilî ziyanên mezin  ên li ser bazirganiyê, dorpêç bûye sedema zêdebûna bêkariyê jî.

Ji ber dorpêçê ji sedî 40’ê kargehên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatine girtin
Ji ber dorpêçê ji sedî 40’ê kargehên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatine girtin
Ji ber dorpêçê ji sedî 40’ê kargehên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatine girtin
Ji ber dorpêçê ji sedî 40’ê kargehên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatine girtin
Ji ber dorpêçê ji sedî 40’ê kargehên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatine girtin
Ji ber dorpêçê ji sedî 40’ê kargehên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatine girtin
Ji ber dorpêçê ji sedî 40’ê kargehên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatine girtin
Ji ber dorpêçê ji sedî 40’ê kargehên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatine girtin
Ji ber dorpêçê ji sedî 40’ê kargehên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatine girtin
22 kanûn, 2023   06:43
HELEB
XEYIS ŞEMSUDÎN

Ji ber dorpêça hikumeta Şamê ya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û rêgirtina li ber derbasbûna mazotê ji her du taxan re, gelek kargehên çêkirina cil û batariyan rawestiyan.

Rêveberekî Sendîkaya Karkeran destnîşan kir ku qutbûna kehrebeyê bû sedema rawestandina ji sedî 40`ê kargehên çêkirina cil û bergan li her du taxan, her wiha bi dehan kargehên çêkirina batariyan jî sekinîne.

Werşeyên (atolye) dirûtinê yên mayî jî, bi kapasîteya tam naxebitin, ji ber ku mazotê ji sûka reş dikirin. Buhayê lîtreya wê 13 hezar û 500 lîre ye. Ev jî mesrefê zêde dike, di encamê de xwediyên wan werşeyan ji bo ku zirarê nekin, saetên xebitandinê kêm dikin.

Saziyên ku bi hezaran karkerên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê lê kar dikin, hilberîna kincên xwe ji bazarên Sûriyeyê û dewletên cîran ên wekî Iraq, Lubnan û Urdinê re dişînin. Kêmbûna hilberîna wan dê bi awayekî neyekser bandorê li sûkên ku sûdê ji berhemên her du taxan werdigirin, bike.

Ji rêveberên saziyên civaka sivîl ên bajarê Helebê Kamîran Zaza diyar kir ku ji ber ku hikumeta Şamê rê li ber derbasbûna madeyên xam ên pîşesaziyan digire, gelek pirsgirêk ji bo pîşekaran derxistine.

Zaza diyar kir ku ji ber pirsgirêkên di encama dorpêçê de derdikevin, bi sedan gilî ji pîşekerên cuda hatine wergirtin, hesinkar hene ku hikumeta Şamê sîlîndirên oksîjenê yên ji bo temamkirina lehîmê pêwîst in, nahêle derbasî her du taxan bibin.

Zaza diyar kir ku hikumeta Şamê rê li ber derbasbûna metalên sereke batariyan digire û ev jî bû sedema rawestandina çend kargehên çêkirina batariyan li her du taxan.

Her wiha hikumeta Şamê gelek astengiyan li pêşiya wekîlên dermanan derdixe ruxmî ku tevahî ruxsetên pêwîst ji bo derbaskirina dermanan, derxistine. Ev jî bû sedem ku derman ji sedî 5 bihatir bibin.

Ji sektorên zirar lê bûne jî, temîra erebeyan e. Hikumeta Şamê bi hêsanî nahêle amûrên pêwîst ên vê sektorê derbasî her du taxan bibin. Kamîran Zaza destnîşan kir ku herêma Şiqeyf beriya aloziyê ji herêmên herî girîng ên vê sektorê bû, lê dewamkirina dorpêçê bû sedem ku gelek xwediyên wê koçber bibin. 

Li gel daketina nirxê lîreyê Sûriyeyê, nabe tu kes zêdetirî 150 hezar lîre di bendên kontrolê yên hikumeta Şamê re derbas bike. Ev jî dibe sedem ku madeyên sereke neyên peydakirin.

Zaza got siyasetên hikumeta Şamê li dijî gel in ku bi hezaran malbat li her du taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji mazotê mehrûm kirine. Zaza bang kir ku dorpêç yekser bi dawî bibe.

(şx)

ANHA