Ji bo koçberên Şehba û Efrînê re konser

 TEV-ÇANDˋê bi dirûşmeya ‘Zarok Hêvî û Pêşeroja me ne’ ji bo zarokên koçberên Şehba û Efrîn, Til Rifet û Helebê konserek li dar xist.

Ji bo koçberên Şehba û Efrînê re konser
Ji bo koçberên Şehba û Efrînê re konser
Ji bo koçberên Şehba û Efrînê re konser
Ji bo koçberên Şehba û Efrînê re konser
Ji bo koçberên Şehba û Efrînê re konser
Ji bo koçberên Şehba û Efrînê re konser
Ji bo koçberên Şehba û Efrînê re konser
Ji bo koçberên Şehba û Efrînê re konser
Ji bo koçberên Şehba û Efrînê re konser
Ji bo koçberên Şehba û Efrînê re konser
30 kanûn, 2024   17:36
QAMIŞLO

Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya (TEV-ÇAND) bi dirûşmeya ‘Zarok Hêvî û Pêşeroja me ne’ ji bo zarokên koçberên Şehba û Efrîn, Til Rifet û Helebê, li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo a bajarê Qamişlo konserek organîze kir.

Endam û rêveberên TEV-ÇAND’ê, sazî û Rêxistinên Civaka Sivîl û zarokên koçberên Şehbaû Efrîn, Til Rifet û Helebê amade bûn.

Bernameya konserê bi axaftina Hevserokê TEV-ÇAND’ê ya Kantona Cizîrê Keder Hiseyn dest pê kir.

Keder Hiseyn piştî ku bixêrhatina mêvanan kir, bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, û diyar kir ku bi êrişên hovane zarokên wan li ser axa wan koçber kirine.

Keder Hiseyn da zanîn ku ji bo zarokên koçberên Şehba, Til Rifet û Helebê konserê li dar dixin û gotinên xwe wiha domand: “Em hêvî dikin ku sala 2025’an bibe sala aştî û aramiyê û li ser axa Rojavayê Kurdistanê em azadiya xwe misoger bikin."

Piştre du komên mûzîkê yên bi navê “Koma Kulîlkên Girbawiyê û Koma Kulîlkên Rojava” derketin ser dikê û hunerê xwe pêşkêş kirin.

Salona Navenda Çand û Hunerê ku bi pîrozbahiya sersala nû hatibû xemilandin, zarokan stran gotin û govend gerandin.

Konser bi dayîna xelatan bi dawî bû.

ANHA

(bm/fr)