Ji bo alîkariya kesên ji Lubnanê kon tên vedan

Rêveberiya Xweser û Hevya Sor a Kurd ji bo kesên ji Lubnanê tên konên komkirina alîkariyan vedane.

5 cotmeh, 2024   13:44
QAMIŞLO

 Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Heyva Sor a Kurd daxuyaniyek li pêşiya avahiya Şaredariya Gel a Qamişloyê da.

Daxuyanî ji aliyê endamê Heyva Sor a Kurd Xebat Doxan ve hate dayîn.

Doxan bal kişand ser kesên ku ji ber şerê Îsraîl û Hizbullahê ji Lubnanê tên herêmê û bi bîr xist ku Heyva Sor a Kurd beriya çend rojan kampanyaya alîkariyê ji bo wan kesan daye destpêkirin.

Doxan anî ziman ku di çarçoveya kampanyayê de îro li pêşiya avahiya Şaredariya Gel a Qamişloyê û bajarên din konên alîkariyê vedane.

Doxan bang li tevahî saziyan û gelê herêmê û tevahî rêxistinên mirovî kir ku xwedî li penaberan derkevin û alîkariyê pêşkêşî wan bikin.

Konên alîkariyê dê heya 20’ê Cotmehê vekirî bin.

Li bajarê Çilaxa yê Kantona Cizîrê jî, Hevya Sor  a Kurd bi alîkariya komîteya ku ji aliyê meclisa bajar ve hatiye avakirin konê komkirina alîkariyan veda.

Kon li parka Şaredariyê ya naverasta bajar hate vedan.

Li gorî berpirsan, dê ji saet 09.00’an heya 17.00’an alîkarî werin belavkirin.

Li bajarê Til Birakê jî bi heman armancê kon hatiye vedan.

Wê li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê konên komkirina alîkariyan werin vedan.

Ji destpêka şerê Îsraîl û Hizbullahê yê li başûrê Lubnanê ve 16 hezar û 243 sûriyeyî û lubnanî gihaştine herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Rêveberiya Xweser ji bo pêşwazîkirin û destekkirina kesên ji Lubnanê tên, maseya krîzê ava kir.

Nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a li Lubnanê 24`ê Îlonê ji bo şopandina kar û barên sûriyeyiyên ku dixwazin vegerin herêmê, komîteyek ava kiribû. Nûnertî vegera ewle ya şêniyan hêsan dike û pêwîstiyên wan bi cih tîne.

2’yê Cotmehê Heyva Sor a Kurd bi daxuyaniyekê ku li Qamişloyê dabû, kampanyayeke alîkarîdayînê dabû destpêkirin. Di daxuyaniyê de bang li sazî û her kesî hate kirin ku beşdarî kampanyayê bibin. Hate gotin: "Her alîkariyek, mirovahî û piştgiriya me bi xwişk û birayên me re di aloziyan de rave dike. Em dikarin bi rêya wan alîkariyan, guhertinekê di jiyana penaberên ji Lubnanê reviyane de çêkin û alîkariya wan bikin da ku hêviya wan vejînin."

Di daxuyaniyê de hatibû diyarkirin ku dê di çarçoveyê kampanyayê de kon û û navend bên vekirin da ku alîkariyên ku şêniyên herêmê bi dilxwazî didin, werin komkirin.

(sş/bb)

ANHA

TIL BIRAK

ÇIL AXA

GIRKÊ LEGÊ

QAMIŞLO