Encamên kongreya Saziya Malbatên Şehîdan a Suryan û Asûran

Di kongra 5’mîn a Saziya Malbatên Şehîdan a Suryan, Asûr û Sûriyeyê pêşiyarên ji bo berfirehkirina xebatê saziyê hatin qebûl kirin, endamên meclisa rêveber û hevserokên nû hatin hilbijartin.

Encamên kongreya Saziya Malbatên Şehîdan a Suryan û Asûran
5 cotmeh, 2024   13:33
QAMIŞLO

Duh Saziya Malbatên Şehîdan a Suryan û Asûr a Sûriyeyê bi dirûşma "Bi rih û xwîna şehîdan azadî û rûmeta welatan ava dibin" kongreya xwe ya 5’an li bajarê Qamişloyê li dar xist.

Li gorî agahiyên ku Endamê Komîteya Amadekar a Kongreyê û Hevserokê Saziya Malbatên Şehîdan a Suryan û Asûr a Sûriyeyê li Kantona Cizîrê Ishaq Cindo dane me, di kongreyê de li ser reşnivîsa rêziknameya saziyê nîqaş hatin kirin û ji nûvra li ber çavan hate derbaskirin. Her wiha ji bo Meclisa Rêveber a saziyê 30 endam hatin hilbijartin.

Di kongreyê de pêşinyarên derbarê piştgiriya manewî û madî ji bo malbatên şehîdan bi rêya vekirina projeyên aborî û xurtkirina tensîqa di navbera saziyên Rêveberiya Xweser de hatin qebûlkirin.

Ji bo berfirehkirina heykeliya saziyê wê Saziya Malbatên Şehîdan a Suryan û Asûr a Sûriyeyê navendên xwe li bajar û bajarokên din ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vebikin.

Di dawiya kongrê de jî li şûna hevserokên saziyê Nisrîn Bersom û Yeqûb Hanûn, Armîn Mardo û Beha Binyamîn hatin hilbijartin.

(sb)

ANHA