Ji berhemên sewalan xwarinên cuda çêdike û çanda dapîra xwe diparêze

Emîra Feysel li malê penîr, sîrik û duhnê malê çêdike, hem ji bo zivistanî dikesidîne û debara mala xwe bi cih tîne û hem jî difroşe.

Ji berhemên sewalan xwarinên cuda çêdike û çanda dapîra xwe diparêze
Ji berhemên sewalan xwarinên cuda çêdike û çanda dapîra xwe diparêze
Ji berhemên sewalan xwarinên cuda çêdike û çanda dapîra xwe diparêze
Ji berhemên sewalan xwarinên cuda çêdike û çanda dapîra xwe diparêze
Ji berhemên sewalan xwarinên cuda çêdike û çanda dapîra xwe diparêze
Ji berhemên sewalan xwarinên cuda çêdike û çanda dapîra xwe diparêze
Ji berhemên sewalan xwarinên cuda çêdike û çanda dapîra xwe diparêze
Ji berhemên sewalan xwarinên cuda çêdike û çanda dapîra xwe diparêze
Ji berhemên sewalan xwarinên cuda çêdike û çanda dapîra xwe diparêze
11 tîrmeh, 2026   07:50
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

Amîra Feysel ji gundê Til Şeîr ê girêdayî Tirbespiyê ye ku bi çandiniyê û xwedîkirina sewalan navdar e. Emîraya ku dayika 6 zarokan (5 keç û kurek) e ji zarokatiya xwe ve li ser çanda çandiniyê û xwedîkirina sewalan mezin bûye.

Emîra ku ev çand ji dayik û dapîra xwe wergirtiye, pez û çêlekan xwedî dike. Ji şîrên wan penêr, duhn û sîrikê çêdike û wekî mûnetê dihêle. Bi van berheman hem debara mala xwe bi cih tîne û hem jî difroşe.

Amîra Feysel der barê karê xwe de ji ajansa me re axivî û got: "Her sal di vî wextî de em penêr, duhn û sîrikê çêdikin. Em şîr ji derve nayînin, şîrê pez û çêlekên me ne. Cîran û şêniyên gundên dîtir têne ji gel min penîr, sîrik û duhn dikirin."

Amîra Feysel got kîloyek penîrê çêlekan bi 35 hezar lîreyên Sûriyeyê, kîloyeke penîrê mîhan jî bi 45 hezar lîre ye. Her wiha got di buhayên penerê li malan û yên li bazaran tên firotin de cudahiyek mezin û anî ziman ku penîrê malan paqij e û xweştir e.

(np)

ANHA