Rûsya û Tirikiye nîqaşa veguhastina pergala S-400ˊî bo welatekî din dikin

Rûsya û Tirkiye li ser veguhestina pergala parastina hewayî ya S-400ˊî bo welatekî sêyemîn nîqaş dikin. Ev gav dikare rê li ber vegera Enqerê bo bernameya F-35ˊan veke û nakokiya wê bi Washingtonê re bi dawî bike.

Rûsya û Tirikiye nîqaşa veguhastina pergala S-400ˊî bo welatekî din dikin
10 tîrmeh, 2026   17:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Tirkiye bi Rûsyayê re der barê veguhestina pergala parastina hewayî yên S-400ˊî bo welatekî sêyemîn de di danûstandinan de ye. Ev gav wekî hewldanek ji bo çareserkirina yek ji xalên sereke yên nakokiyê bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re û vekirina deriyê ji bo ji nû ve beşdarbûna wê di bernameya balafirên şer ên F-35ˊan ya Amerîkî de tê dîtin.

Ajansa Bloombergˊê ku agahiyên xwe dispêre rayedarên agahdar da zanîn ku Enqera ji bo ji nû ve hinardekirina sîstemên ku ji Rûsyayê kirî bo aliyekî sêyemîn, wekî beşek ji hewldanên xwe yên ji bo rakirina astengiyên ku bûn sedema cezayên Amerîkayê û derxistina wê ji bernameya balafirên şer ên F-35ˊan, li dû pejirandina Moskovê ye.

Li gorî rayedaran, Tirkiye niha sîstemên mûşekî yên S-400ˊî bikar nayne, her çend ew wan di cebilxaneya xwe ya leşkerî de diparêze. Çend meh piştî ku Serokkomar Recep Tayyip Erdogan fikra vegerandina pergalan bo Rûsyayê anî ziman, d hefteyên dawî de têkilî zêde bûne. Ev destpêşxeriyek ku di destpêkê de piştgiriyek kêm wergirt.

Li gorî agahiyan, danûstandinên di navbera Enqere û Moskovê de berî civîna NATOˊyê dest pê kirine, di demekê de ku Serokê DYAˊyê Donald Trump îşaret bi îhtîmala nirxandina sînorkirinên li ser firotina balafirên şer ên F-35 bo Tirkiyeyê kir.

Çavkaniyan destnîşan kir ku Tirkiyeyê pêşniyar kir ku S-400 bimîne lê Amerîka çavdêriya wê bike, da ku tirsên li ser F-35'ê rabin. Lê ev pêşniyar ji aliyê Amerîkayê ve nehatiye pejirandin.

Ger Moskov razî bibe, bataryayên S-400ˊî yên ku niha li Tirkiyeyê têne bicîhkirin dê ji welatekî din re werin veguhestin, gavek ku dikare rê li ber bidawîkirina krîza salan a di navbera Enqere û Washingtonê de veke.

Berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov diyar kir ku Rûsya û Tirkiye der barê vê mijarê de di têkiliyê de bûn û dê şêwirmendiyên xwe bidomînin û got mijara firotina pergala S-400ˊî ya Rûsyayê bo aliyek sêyemîn dikeve nav "qadek pir hesas".

Ev daxuyanî piştî raporên medyaya Tirkiyê hatin kirin ku dibêjin dibe ku ev sîstem ji dewletek Kendavê re werin veguhestin.

(fr)