Bijîşk hişyariyê didin: Nava nîvro dernekevin ber tavê

Dr. Heval Îbrahîm Elî der barê xetereya germahiya zêde de hişyar da û xwest di saetên nîvro de kes xwe nede ber tavê.

Bijîşk hişyariyê didin: Nava nîvro dernekevin ber tavê
Bijîşk hişyariyê didin: Nava nîvro dernekevin ber tavê
Bijîşk hişyariyê didin: Nava nîvro dernekevin ber tavê
11 tîrmeh, 2026   05:55
QAMIŞLO
MIHEMED NÛRÎ ELO

Di meha Tîrmehê de pileya germahiyê zêde dibe ku xetereyên ji bo tenduristiyê zêde dibin.

Dr. Heval Îbrahîm Elî ku li Nexweşxaneya Neteweyî ya Qamişloyê dixebite, li ser xetereyên tenduristiyê yên herî berbiçav ên ji ber germahiyên zêde çêdibin, axivî.

Dr. Heval Îbrahîm diyar kir ku germahiya bilind dibin sedema kêmbûna avê di laşê mirovan de û diyar kir ku yek ji sedemên sereke yên germahiya zêde mayîna rasterast a li ber tavê yan jî xebata ji bo demên dirêj a di bin tavê de ye. Her wiha da zanîn ku xetere hem li ser mezinan û hem jî zarokan çêdibe.

Dr. Heval Îbrahîm Elî destnîşan kir ku heke kesek ji germê êşê dikişîne û nîşanên westandinê lê çêbin û germahiya laşê wî ji 39 pileyan derbas bibe, divê wî tavilê bibin nexweşxaneyê.

Îbrahîm Elî got berî veguhestina kesê bandordar, divê tedbîrên alîkariya yekem werin girtin, wek mînak veguhastina wî bo cihekî hênik, sarkirina laşê wî.

Îbrahîm Elî her wiha hişyarî da ku dermanên kêmkirina tayê neyên bikaranîn û da zanîn ku ew derman di rewşên germê de bê bandor in, ji ber ku germahiya bilind di vê rewşê de ne ji ber tayê an îltîhabê ye, lê ji ber tîrêjên rojê ye.

Dr. Heval Îbrahîm Elî ji şêniyan xwest di demjimêrên nîvro de, di navbera saet 12:00 û 16:00 de li ber tavê nesekinin, cilên rengênvekirî li xwe bikin, serê xwe binixumînin û têr avê vexwin.

(k)

ANHA