Ji 2ˊyê Adarê ve 217 Lubnanî di êrişên Îsraîlê de mirine

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku ji êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê ku ji sibeha 2ˊyê Adarê ve dewam dikin, 217 kes hatine kuştin û 798 kes jî birîndar bûne, di heman dem ê de nêzîkî 100 hezar kes ji ber hişyariyên valakirinê yên berfireh ên Îsraîlê û êrişên dijwar ên bi Hizbullahê re koçberî stargehan bûne.

Ji 2ˊyê Adarê ve 217 Lubnanî di êrişên Îsraîlê de mirine
6 adar, 2026   20:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, hejmara qurbaniyên êrişên asîmanî yên Îsraîlê li ser Lubnanê ji sibeha duşemê ve gihîştiye 217 kesan û 798 kes jî birîndar bûne.

Wezaretê di daxuyaniyekê de diyar kir ku bîlançoya êrişa Îsraîlê ji sibeha duşemê (2 Adarê heta êvara Înê 6 Adarê) gihîştiye 217 kes û 798 birîndaran.

Koordînatorê mirovî yê NYˊyê yê li Lubnanê Umran Riza hişyarî da ku di rojên pêş de dibe ku hejmar bi lez zêde bibin, bi dijwarbûna bombebaranê re, nêzîkî 100 hezar kes koçberî stargehên li seranserê Lubnanê bûn.

Umran Riza anî ziman ku niha derdora 100 hezar kesî li nêzîkî 477 stargehên komî dimînin, lê hîn 57 stargeh hene ku hinek cih lê heye, lê ew zû tijî dibin.

(ac/fr)

ANHA